Demirtaş bersîv da Erdogan: Binere vê carê ez tev li te dibim

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê twitterê bersiv da Erdogan û got: "Binere vê carê ez tev li te dibim. Divê pîvanên namzetiya Serokkomariyê hebin. Ji bo bu bibe namzetê Serokomariyê divê teqez dîploma te hebe. Lê heta niha tu kesî dîplomaya te nedîtiye." 
 
Namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê twitterê bersiv da Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan. Demîrtaş got: "Binere ez vê carê beşdarî te dibim Erdogan. Divê şert û mercên namzetiya Serokkomariyê hebin. Ji bo tu bibe namzetê Serokkomariyê divê teqez dîplomaya te ya zanîngehê hebe. Lê belê heta niha kesî dîplomaya te nedîtiye. Krîterên min li namzetiyê tên, lê yên te bi guman e."