Temellî çû serdana TUSÎAD’ê: Bê edaletî di muçeyan de heye

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di serdana TUSÎAD'ê de got: “Di belavkirina muçeyan de bêedaletî heye û di bacayan de jî bêdaletiyek mezin heye. Pirsgirêka mezinbûnê heye. Her ku em mezin dibin, em xizantir dibin.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya kampanyeya hilbijartinê de, bi Alîkarê Serokê Giştî yê HDP’ê Garo Paylan û namzeta HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş re çûn serdana Komeleya Mirovên Karker û Sendîkaya Tirk (TUSÎAD). Şandeya HDP’ê bi endamên Lijneya Rêveberiya TUSÎAD’ê hatin gel hev û piştî hevdîtinê Serokê TUSÎAD’ê Erol Bîlecîk daxuyaniyek kurt da.  
 
Di daxuyaniyê de Temellî axivî û wiha got: “Ji ber vexwendina TUSÎAD’ê em spasiyên xwe pêşkêş dikin. Me bernameya xwe bi wan re parve kir. Di bernameya me de du xalên bingehîn hene. Yek jê demokrasî û ya din jî aboriye. Em bi awayekê berfirek bernameya xwe vegot. Bi taybetî me xwest em balê bikişînin ser pirsgirêka demokrasiyê. Divê Tirkiye demildest vê pirsgirêkê derbas bike. Ji ber vê yekê 24’ê Hezîranê serdemek krîtîke. Ger Tirkiye pirsgirêka demokrasiyê çareser bike, dê karibe hemû pirsgirêkên din çareser bike.” 
 
Temellî bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û wiha bilêv kir: "Rewşa ne diyar û rîsk zêde dibe. Ji bo rîska polîtîk ji holê rabe, demokrasî gelekî girîng e. Ez pê bawer im ku 24'ê Hezîranê wê Tirkiye tercîha xwe ji bo demokasiyê bike û di çareserkirina pirsgirêkan de îradeya xwe bi xurtî nîşan bide.”