Buldan: Hişmendiya Erdogan û ya Rejîma Îranê yek e

img
EDENE - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di ziyareta gel a li Edeneyê de axivî û polîtîkayên AKP'ê û Serokomar Erdogan ên darvekirinê rexne kir. Buldan diyar kir ku feraseta Erdogan ji feraseta rejîma Îranê ya darvekirinê ne cudatir e. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, duh piştî li navçeya Ceyhanê bi hezaran re gihişt hev, îro di çarçoveya hevdîtina bi jinan re li Muzîkal a Şîrîn bi gel re hat cem hev. Namzetên HDP'ê yên Edeneyê, endam û rêveberên HDP'ê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Di ziyareta Muzîkal a Şîrîn de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan xitabî sedan hezaran kesan kir û polîtîkayên AKP'ê rexne kir. Buldan, polîtîkayên AKP'ê yên li dijî gele kurd, Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş rexne kir. 
 
DÎROKA TIRKIYE DÎROKA DARVEKIRINÊ YE
 
Buldan, polîtîkaya darvekirinê rexne kir û anî ziman ku hişmendiya Erdogan ji ya Îranê ne cûdatir e û wiha got: "Dîroka Tirkiye dîroka darvekirinê ye. Deniz Gezmiş, Seyit Riza darve kirin. Serokwezîrê xwe Adnan Menderes darve kirin. Dîroka Tirkiye dîroka darvekirinê ye. Niha jî dixwasin destê Demirtaş wekî destbixwîn bidin nîşandan. Destê wî destê gulan û destê aştiyê ye. 
 
EM LI SINDOQAN XWEDÎ DERKEVIN
 
Gelê me dê di 24'ê Heziranê de li ser sindoqê hesab bipirse. Bi deng û vîna xwe dê hesab bipirse. Zêde dema me tune. 11 rojên me mane. Em dê bêtir bixebitin. Em nekevin nava rehaveta ku em bendavê derbas dikin. Dîsa gelek rîst li pêş me hene. Divê heta dawî em di nava seferberiyê de bin. Ji bo pêşeroja jinan, ciwanan û gelê Edeneyê li pêşeroja xwe û sindoqan xwedî derkevin." 
 
Buldan piştî axaftinê li gel jinan derbasî Muzîkal Holê bû.