Partiyên Kurdan dê piştgiriyê bidin Demîrtaş

img

AMED  - Tevgera Azadî, PAK, PDK û PSK’ê daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Em ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiyê bidin namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş.”

 
Tevgera Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)  bi navê "Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî" daxuyaniyek nivîskî weşandin.
 
Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî ,diyar kir ku wan hewl dan tifaqeke hilbijartinê ya berfireh ava bikin û bang li dengdêrên xwe kir ku di tûra yekemîn de dengê xwe nedin namzetên serokkomariyê yên Tifaqa Cumhur û Milletê.
 
Tifaqê ragihand ku, Erdogan partiya wî li polîtîkaya berê ya dewletê vegeriya ye û mafên bingehîn ên Kurdan weke gefekê li dijî "Siberoja Dewletê" dibîne.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Nêzî du sal in AK Partî li ser meseleya Kurd, der barê maf û azadiyan de gotineke bi tenê jî negotiye. Li şûna vê yekê pesnê xwe bi operasyonan û kuştinan dide. Polîtîkayên AKP'ê yên ku Başûrê Kurdistanê biçûk dixîne û di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê de jî bi zimanekî siyasî ya ku pesnê xwe bi hejmara kuştiyan dide, axivî. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe di hilbijartina Serokkomariyê de nedin Erdogan ku polîtîkayên fermî ya înkar û asîmîlekirina Kurdan bi rê ve dibe."
 
Tifaqê xwest, li derveyî Demîrtaş deng ji namzetên din re jî neyê dayin û got, "Ev helwesta me wê zemînekê amade bike ku di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de destê Kurdan xurtir bibe û Kurd bi rola diyarker rabin. Di hilbijartina Serokkomariyê de em ê dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş ku mexdûr e. Em bawer dikin ku endam û alîgirên me dê bi hişmendiya Kurd û Kurdistanî, bi hesasiyeta neteweyî dengê xwe bidin. Bi vê bîr û baweriyê, di hilbijartina parlamenteriyê de endam û alîgirên me azad in."