Ji dengê Demîrtaş stranek nû: Ne tirse, biqîre

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku di girtîgehê de tim tiştên nû diafirîne, vê carê jî ji dengê xwe stra çêkirî got û weşand. Strana gotin û mûzîka wê aîdê Demîrtaş wihaye: “Ne tirse, biqîre. Ku çênebû bang li Xizir bike, Xizir di dilê te deye.”

 
 
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kampanyeya hilbijartinê bi rêve dibe, berî 11 roj hilbijartinê ji dengê xwe stranek weşand. Gotin û mûzîka stranê ya li ser hesabê Twîttera Navenda Giştî ya HDP’ê hat parvekirin aîdê Demîrtaş e. Strana Demîrtaş a dibêje wiha ye: “Ne tirse, biqîre. Ku çênebû bang li Xizir bike, Xizir di dilê te deye.”