Ji SP'ê soza çareseriya pirsgirêka kurd

img
ENQERE - Serokê Giştî yê Partiya Saadetê (SP) û Namzetê Serokomariyê Temel Karamollaoglu danezana hilbijartinê aşkere kir û got: "Em di çareseriya pirsgirêka kurd de bi biryar in. Hemû mirov wek hev ji dayik dibin." 
 
Partiya Saadetê (SP) beriya hilbijartinê danezana hilbijartinê aşkere kir. Serokê Giştî yê Partiya Saadetê (SP) û namzetê Serokomariyê yê SP'ê Temel Karamollaoglu, bi ser navê “Vîzyona Tirkiye" li Salona Kongreyê ya Odeya Bazirganîyê ya Enqereyê (ATO) danezana hilbijartinê aşkere kir. Karamolaoglu, diyar kir ku her hilbijartin girîng e, lê ev hilbijartin bi rastî jî girîng e û wiha got: "24 Hezîran rêya dawî ya ku Tirkiye ji zinar vegere ye. Em Partiya Saadetê dibêjin êdî bes e. Em dibêjin ev pergal wisa nameşe. Em dibêjin Tamam, înşallah." 
 
Karamollaoglu bal kişand ser darbeyan û wiha got: “Îhlala 60'an, muhtira 71'an, darbeya 80'ê û darbeya post modern a 28'ê Sîbatê. Herî dawî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê. Ji her 10-15 salan carekê darbeyek pêk hatiye. Van darbeyan hen rêya demokrasiyê û hem jî rêya Tirkiye xetimand. Ked û nanê fekîr û zixanan ji destê wan girt. Tenê xwediyekî Tirkiye heye ew jî milet e. Ev hilbijartin dê pêşeroja Tirkiye diyar bike. 
Em di vê hilbijartinê de ij neheqî û bêhiqûqiyê re, ji bê edaletiyê re an dê bêjin temam an jî bêjin dewam. Em dê ji xizanî, zordestî û yek zilamiyê re an bêjin temam an jî bêjin dewam. Em dê ji beltîl û tiştên xerab re an bêjin temam an jî bêjin dewam."  
 
SERDESTÎ Û ZORDESTÎ ZÊDE BÛ
 
Temel Karamollaoglu bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiye û wiha got: “OHAL bûye rewşek asayî. Zext, zordarî û desthilatdraî zêde bûye û bûye tiştekî saayî. Kesên cuda hatine bêdengkirin. Sazî hatine rizgandin. Aborî têk çûye. Sewalkarî û çandinî xelas bûye. Xizanî û îskaf gelek zêde bûye. Deyn, betalî û binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Pergala edaletê têk çûye. Beltîl, torpîl, xapandin, hîle û lîstik pir zêde bûne. Pergala perwerdehiyê bûye lîstika zarokan. Tundî zêde bûye. Sinc têk çû. Deynê derve bû 460 milyar dolar. Me pêşeroja xwe xist bin îpotekê."  
 
HEMÛ MİROV WEK HEV IN
 
Karamollaoglu, bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha got: "Em di çareseriyê de bi biryar in. Hemû mirov dema ji dayik dibin wek hev in. Kurd û Tirk wekî di bizûvên bedenê ne. Tu pirsgirêka kurd û tirkan bi hevre tune ye."
 
Karamollaoglu, bal kişand ser pergala perwerdehiyê û destnîşan kir ku dê YOK’ê rakin û avahiya Lijneya Zanîngehan ji nûve saz bikin. 
Em dê li dijî tundiya li ser jinê û cudakariya li ser jinê rawestin."