Têkoşîna ji bo tenduristiya gel da, dê vê carê ji bo azadî û demokrasiyê bide

img

AMED - Namzetê parlamenteriya HDP’a Amedê yê rêza yekemîn Dr. Selçuk Mizrakli, 27 salin li Amedê bijîşk e. Ji aliyê gelê bajêr ve ji nezik ve tê naskirin. Mizrakli, diyar kir ku hewldana wî ya heya niha ji bo tenduristiya gel nîşandayî, dê ji vîr û şûnde ji bo azadî û demokrasiyê nîşan bide. 

Namzetê parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê rêza yekemîn Dr. Adnan Selçuk Mizrakli, di sala 1963’yan de li navçeya Sîwerega Riha hat dine. Ji ber ku bavê wî mamoste bû 16 salên xwe li Eskîşehîrê derbas kir. Mizrakli, dibistana  seretayî, navîn û Lîseyê li vê derê diqedîne û li Fakulteya Tipa Zanîngeya Hacettepe mezûn dibe. Mizrakli sê salên xebatê yên dest pê kê li Enqerê û Yozgatê derbas dike. Mizrakli, di sala 1991’an de derbasî Amedê dibe  û ji wê salê û vir ve li nexweşxaneyên cûda yên Amedê cerahê pisportiyê dike. 27 salin Mizrak li Amedê dijî.
 
Mizrakli, ji ber jiyana xwe  ya pîşeyî ji aliyê gelê bajêr ve ji nêzde de tê naskirin, di serî de Odeya Bijîşkên Amedê û di gelek rêxistinên civaka sivîl de xebat bi rêve birin.  Mizrakli, ji salên 90’î ve têkoşîna xwe di platformên demokratîk de dide û piştî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat avakirin, cih di komîsyonê de girt. Mizrakli, 6 salan Serokatiya Giştî ya Komeleya Sarmaşikê kir û di bunya Weqfa Mezopotamya de cih girt û ji bo perwerde Kurd di zanîngehan de bê dayîn xebat bi rêve birin. 
 
‘TIŞTÊN GEL DIJÎN HIŞT KU EZ BEŞDARÎ SIYASETA DEMOKRATÎK BIBIM’
 
Mizrakli, diyar kir ku tenduristiya biyolojîk a civakê ji bo wî pir girînge û wiha axivî: “Min hemû fikarên xwe, kirin mijara bingehîn a hewldana pişeyî. Li ser erdnîgariya lê dijîm tiştên bingehîn ên gel dijîn hişt ku ez beşdarî siyaseta demokratîk bibin.”
 
DI KCD’Ê DE 10 SALAN XEBÎTÎ
 
Mizrakli, anî ziman k udi KCD’ê de 10 salan xebitî û wiha got: “Ji ber vê gelek lêpirsîn derbarê min de hatin vekirin û heya demekê di girtîgehê de mam. Di pêvajoya lêpirsîn û dadgeh kirinê de, ez nehatim darizandin, min ew hişmendî darizand. Parazvanên demokratîk ên rast, di kîjan şert û mercê de dibe bila bibe rêya xwe ya heq bi awayekê bi hêz û dengekê bilind divê bînin ser ziman. Divê tim li dadgeh û qadan bin.” 
 
‘EZ FIKIRIM KU DI HDP’Ê DE ERKA XWE BÎNIM CIH’
 
  Mizrakli ji bo pirsa “Çima HDP?’ jî wiha bersiv da: “Dem bi dem beşdarî xebatên HDP’ê bûm. HDP di heman demê de pêkhateya KCD’ê ye. Li Tirkiyeyê HDP partiya hemû kedkar, bindest û baweriyên cûdaye. Min fikiri ku ez di HDP’ê de erka xwe bînim cih. Ez fikir û ramanê xwe herî zêde di HDP’ê de dibînim.”
 
‘EM DEYNDARÊ  VÎ GELÎNE, SOZA ME YA EM DEYNÊ XWE BIDIN HEYE’
 
Mizrakli, da zanîn ku kesên koka wan li ser vê axê heyî, denydarên gelên li ser vê axê dijîne û wiha bilêv kir: “Ji bo em vî deynê xwe dibin, soza me ya em deynê xwe bidin heye. Ji bo emê vê saza xwe bînin cih, tişta ji destê me were emê bikin. Ji bo rojekê em pişman nebin. Bi hezaran, dehezaran mirov li ser vê erdnîgariyê hene ku vê yekê bikin. Ev ji bo min şansek mezine.  Sibe gava ku me dest bi xebatên siyaseta demokratîk, dê bi hezaran, dehezaram piştgiriyê bidin me. Bi rastî jî em li ser erdnîgariyek pir bi şans û bimerd dijîn.”
 
‘EM Ê BIBN BERDEVKÊ ÇARESERIYÊ’
 
Mizrakli, destnîşan kir ku soza wiya herî mezin a ji bo gelê Amedê çareseriye û wiha berdewam kir: “HDP partiya çareseriyê ye. Ji bo çareseriyê pêş bixwe têdikoşe. Em hemû jî parçeyekê HDP’ê ne. Ji ber vê yekê soza em destpêkê bidin, dê ji bo pêşxistina çareseriyê be. Bêguman em ê parazvaniyê bikin,  hesabê kuştin û wêrankirinan bipirsin.  Heya hesap neyê pirsîn, rojên ronahî ne mimkûn in. Ne mimkûne ku em li ser bûyerên hatin jiyîn tasek av vexwin. Di pêvajoya  çareseriyê de divê mirov fedekarî bike û ji xwe bide. HDP dê tu carî aliyê şer negire. Dê tim ji bo aştî û çarseriyê dengê xwe bilind bike.”
 
‘EMÊ QEZENC BIKIN’
 
Mizrakli, di dawiya axaftina xwe de wiha  got: “Ez bang li hemû gelê Amedê dikin, bi awayekê bi hêz beşdarî xebatên me yên hilbijartinê bibin. Ji bo em hemû hêrsa xwe vale bikin, cînahek azad, wekhev, demokratîk û adilane ava bikin werin em hevre hêza xwe bikin yek û xebatên xwe mezintir bikin. Emê qezenc bikin, em ê qezenc bikin û teqez em ê qezenc bikin.”