Piştgiriya HDP’ê mezin dibe: Em dê bi hevre bi ser bikevin

img
STENBOL - Bi dehan partî û rêxistinên civakî û demokratîk ên ku ne hevparen HDP'ê ne, bi civîna çapemeniyê piştgiriya xwe anîn ziman. Rêxistinên piştgirî dan HDP'ê diyar kirin ku dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji bo HDP û Demirtaş bixebitin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku ew çawa di 8'ê Adarê, Newrozê û 1'ê Gulanê de bûn yek dê di hilbijartinê de jî bibin yek. 
 
HDK, EMEP, Malên Gel, Partiya Şoreşger jî di navde bi dehan partî, komele, ode û rêxistinên sivîl û demokratîk ên piştgirî dan Patiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Otela Taksim Hill'ê bi civîna çapemeniyê piştgiriya xwe dan HDP'ê. Di civînê de nûnerên sazî û komeleyan û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî amade bû. 
 
Di civînê de Endamê Lijneya Rêveber a HDK'ê Sedat Şenoglu, diyar kir ku gel herî zêde azadiyê dixwaze û wiha got: "Em dê piştgiriyê bidin HDP û Demirtaş. Li Tirkiye û cîhanê yên li dijî zilm û zorê serî natewînin hene. Yên bi hêz em in. Ya riziya ye îktîdar e. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Endamê MYK'ê yê SMF'ê Bariş Kayaoglu jî diyar kir ku îktîdara Erdogan ji bo îktîdara xwe xurt bike dixwaze bibe wekî Hitler û faşizma xwe xurt bike. 
 
Berdevka Partiya Azadiparêziya Civakî (TOP) Perihan Koca jî diyar kir ku ew di pêvajoya ku krîza aborî kurd dibin de dijîn. Em di şertê OHAL'ê de dikevin hilbijartina zordest. Ji bo HDP di bin bendê de nemîne û Demirtaş dîl neyê girtin em dê piştgiriyê bidin HDP'ê û Demîrtaş. 
 
GUNAY: DIVÊ EM DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN
 
Hevserokê Malên Gel Nurî Gunay jî diyar kir ku ew xwedî erkin ku destkeftiyên xwe biparêzin û şer bêtir Tirkiye ber bi rîzînê ve dibe. Gunay, anî ziman ku ew dê di pêvajoya hilbijartinê de piştgiriyê bidin HDP'ê û hewl bidin ku HDP di meclîsê de cih bigire. 
 
DEMÎR: EM DIKARIN BIBIN YEK
 
Berdevkê KOZ'ê Şukru Demîr jî diyar kir ku pêkan e di 24'ê Heziranê de hevpar bikin û ev hilbijartin ji bo karibin bibin yek ji bo çepgiran firsendek dîrokî ye. Demir, anî ziman ku pêkan e di serokomariya Demîrtaş de bibin yek û dê piştgiriyê bidin Demîrtaş. 
 
OZTURK: JI BO ROJÊN XWEŞ 
 
Ji Înîsiyatifa Gavek e Din Hakan Ozturk jî diyar ku şert e ku HDP di meclîsê de cih bigire û bêyî HDP'ê mirov nikare qala hebûna vîna gelan bike. Ozturk, da zanîn ku ji bo rojên xweş dengê xwe bidin HDP û Demirtaş û bi hevre têbikoşin." 
 
DÎLMEÇ: JI BO KED, AZADÎ Û AŞTIYÊ 
 
Berdevkê Kaldiraçê Hakan Dilmeç jî diyar kir ku hikûmet dixwaze rizîna xwe di nava civakê de belav bike û wiha got: "Îtîfaqa xwezayî û demokratîk li dora HDP û Demirtaş kom bûne. Em dê li dijî zext û tundiyê ji bo aştî, azadî, demokrasî û kedê bloka aştiyê ava bikin. Ji bo ked, azadî û aştiyê em dibêjin Demirtaş û HDP. Em dê bi ser bikevin." 
 
AYDIN: EM DI FERQA BERPIRSIYARIYA XWE DE NE
 
Endamê Meclîsa Partiya Karkerên Tirkiye (TİP) Gun Çag Aydin jî diyar kir ku ew bi hevîne ku îktîdara AKP'ê biçe û di ferqa erk û berpirsiyariya xwe de ne.  Aydin, anî ziman ku ji bo Selahattin Demirtaş azad bibe û HDP di meclîsê de cih bigire di ferqa berpirsiyariya xwe de ne. Ji bo welatekî kedkaran ê azad û demokratîk ava bikin dê têbikşoin." 
 
GURKAN: HÊZA KU PÊŞEROJA WELAT BIGUHERE EM IN
 
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî diyar kir ku ew dê di 24'ê hezîranê de biryar birin ku dê Tirkiye çawa bi rêve bibin û wiha got: Hêza ku em Tirkiye bi rêve bibin û pêşeroja xwe diyar bikin heye. Hêza guhertinê em in. Em dê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo HDP û Demirtaş deng bixwazin." 
 
 
TEMELLÎ: DIZÎ Û TALANA WAN NAYÊ VEGOTIN 
 
Di civînê de herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û ev tişt gotin: “Ev civîn ji bo siberoja Tirkiyeyê gelek girîng e. Civîna têkoşîna hevpar e. Em li vir in. 24’ê Hezîranê dîroka bi hev re bûnê ye. Em ê hemû bi hev re ji vê desthilatê rizgar bibin. Dem dema rizgariyê ye. Me bi rika li dijî faşîzmê dest bi xebatên xwe kir. Me bang li hêzên demokrasiyê kir. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê pir krîtîk in. Roja ew hatin ser desthilatdariyê bi diziyê dest pê kirin. Dizî, nelirêtî û xizanî anîn. Niha jî em di bin siya OHAL’ê de ne. Bi helwesta qedexeyî tevdigerin. Dixwazin OHAL’ê sazûman bikin. Di 16 salan de ewqas dizî kirin û talana xwezayê kirin nayê vegotin. Di cîhanê welatê pêncemîn ê bê edalet e. Bê edaletiya hatin û serwetê gihîştiya asta mirov êdî naxwaze bawer bike. Li welêt tekane tiştek kirin nelirêtî û dizî. 16 sal e welat bi polîtîkayên neolîberal birêve dibin û nikarin ji nav vê çiravê derbikevin.
 
‘DEM DEMA TÊKOŞÎNA HEVPAR E’ 
 
Vê desthilatdariyê dubendî aniye welêt. Polîtîkaya cudakariyê her ku diçe kûr dibe. Xwe bi polîtîkaya şer li ser piya digirin. Divê Efrîn, Sûr û Cizîr neyê jibîrkirin. 16 sal e dem bi dem gotin ‘çareserî’ û derketin pêşiya me, lê êdî serdestiya şer li ser me ferz kirin e. Li dijî kedxwariyê, şer û diziyê dem dema têkoşîna hevpar e. Çawa em di 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 1’ê Gulanê de hatin gel hev, em ê di pêvajoya van hilbijartinan de jî bên gel hev û li rex têbikoşin. Ji ber qirîzên aborî, civakî û siyasî ew ê têk biçin û em ê di 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin.” 
 
Piştî axaftinan civîn bi kişandina wêneyê komî bi dawî bû.