Buldan: HDP’ê bi hemû gelan re îtîfaq pêk anî

img

AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: “Dema em bên ser kar, tecrîda li ser Ocalan deynin aliyekê, der barê wî de geşadanên nû dê pêk werin.” Buldan anî ziman ku HDP bi hemû beşên civaka Tirkiyeyê re îtîfaq pêk aniye û banga di nava îtîfaqê de cih girtinê li gelê kurd kir.

Hevseroka Giştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan piştî aşkerekirina namzetên parlementeran li Amedê “Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd” aşkere kir. Buldan der barê deklarasyon û xebatên hilbijartinê de pirsên me bersivand û nirxandinên girîng kir. 
 
Di danezana HDP’ê de ji ber zêde cih nedayîna çareseriya pirsgirîka kurd rexne dihatin kirin. Lê piştre bi deklerasyonek berfireh sekna xwe ya der barê çareserkirina pirsgirêka kurd danî holê. Armanca wê deklarasyonê we çi bû?
 
Ji ber îtîfaqa li rojavayê Tirkiyeyê hewcehî bi danezana hilbijartinê derket. Danezana sereke de hesasiyeta tewahiya Tirkiyeyê ber çav hat girtin û ji bo çareser kirina pirsgirîkên Tirkiyeyê ev danezan hat aşkerekirin. Rexneyên hatî kirin ne cîh de ne. Hinek cîh hati bû dayîn. Ji serî ve hat gotin ku HDP dê du danezanan aşkere bike. Danezana li Amedê hatî aşkerekirin ji xwastekên gelê kurd pêk tê. Lê dive her du deklarasyon wekî yek deklarasyon bê dîtin. 
 
HÊZA SEREKE YA ÇARESERIYÊ HDP YE
 
Deklarasyona Amedê de hatî aşkere kirin, mijarên ji serê ve em diparêzin pêk tê. Deklarasyon encama pirsgirîkên gelê kurd dijî, serkeftinên dixwazin bi dest bêxin, polîtîkayên tune kirin e. Bi deklarasyonê muxatabên çareseriya pirsgirîka kurd hat aşkerekirin. Dem bi dem hewldanên ji bo çareseriya pirsgirîka kurd pêk hat lê HDP dê carek din ji bo çareseriyê berpirsyarî li ser xwe bigire. Ji ber vê yekê ev deklarasyon gelek bi nirxe. Tu hêviyên me ji îktîdarê tune ye lê hêza sereke ya çareseriyê HDP ye. Ev bang ji hemû partiyên siyasî yên di derveyê îtîfaqê de mayîn re ye. Ev bang ji hemû kurdan re ye; piştî hilbijartinê jî hewldan û xebatên li ser yekîtiya neteweyî dê berdewam bike. Îtîfaq ji bo yekitiya neteweyî xala herî giringe. 
 
Gelek sozên we jî di deklarasyonê de hebûn. Armanca we çi ye, HDP dê sozên xwe çawa pêk bîne? 
 
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN RÊGEZA SEREKE YE
 
Armanca me hatina ser hikumetê ye, wekî her partiyê. Çareserkirina pirsgirîkên gelên Tirkiyeyê û gelê kurd rêgeza ma ya sereke ye. HDP ji bo Tirkiyeyê hêviya herî mezine. Bi serkeftina 24’ê Hezîranê ji bo belên xwe bi cîh bênin tekoşnek mezin bidin. Salane tekoşîna azadiyê tê dayîn, daxwazên gelê kurd hene, dive Tirkiye ji rewşa kaosê derbikeve. 24’ê Hezîranê ji bo çareserkirina van pirsgirîkan dîrokî ye. Em wekî HDP li pey belên xwe ne. HDP dê bendewa hilbijartinê derbas bike û bi awayek hêz biçe Meclîsê. 
 
Deklarasyonê de giringiya yekitiya neteweyiya kurd jî derket pêş. Gelo bingeha wî heye? Xebat di kîjan astê de ne? 
 
Bingeh heye, xebatên girîng û pîroz hene. HDP di kongreya xwe ya dawî de carek din xist rojeva xwe de. Li Başurê Kurdistanê hevdîtin pêk hat û di hevdîtinan de giringiya yekitiya neteweyî carek din derket holê. Kêmasiyên tê jiyîn dê bên derbas kirin. 24’ê Hezîranê ji bo yekitiya neteweyî ji dîrokî ye. Bêgûman dê piştî hilbijartinê jî xebat û hevdîtin berdewam bike. Ji ber ku ev ne hevdîtinên hilbijartinê ne. Heya encam tê standin xebat jî hevdîtin jî dê berdewam bike. 
 
Ji bo rakirina tecrîdê jî belên we hebûn. Bi rakirina tecrîdê pêvajoyek çawa li pêşiya Tirkiyeyê ye? 
 
ROLA OCALAN GIRÎNGE
 
Demek dirêje tecrîdek giran li ser birêz Ocalan e. Dive ev tecrîd bê rakirin. Ji ber ku rol û mîsyona Ocalan a li ser çareseriyê gelek girîng û pîroz e. Gelek hewldanên Ocalan di pêvajoya çareseriyê de çê bû. Ev pêvajo heya astek hat lê ji aliyê AKP’ê ve hat tunekirin. Piştî 24’ê Hezîranê xebata sereke ji nû ve destpê kirina pêvajoya çareseriyê ye. Ji bo rakirina tecrîdê jî hemû hewldan dê pêk were. Em tecrîda li ser birêz Ocalan wek heqareta li dijî gelê kurd dibînin. Ji ber vê yekê em dibêjin divê demildest tecrîd bê rakirin, wek muxatabê pêvajoya aştî û muzakereyan bê qebûlkirin. 
 
Di mehek pêş me de maratonek hilbijartinê heye. Xebatên we çawa birêve diçin…
 
EM JI KEVNEŞOPIYA TÊKOŞÎNEK DÎROKÎ TÊN 
 
Me namzetên xwe bi raya gitşî re parve kir. Êdî ji îro şûn ve namzetên xwe diçin herêmên xwe yên xebatê. Em dizanin ku gelek dema me nîne. Di vê dema kurt de em dizanin ku dê gelek astengiyan jî ji me re derbixin. Em di ferqa van êrîşan û zextan de ne. Em partiyek ku vê kevneşopiyê baş dizanin e. Em ji kevneşopiyek dizanin li dijî vê bêhiqûqiyê bidin tên. Em ê di mehekê de biçin her devera Tirkiyeyê û xwe bigîhînin her kesî. Ji Erdexanê heta Edernîyê em ê bi gel û jinan re bên gel hev. 
 
DEMA TIFAQA GELÊ KURD E 
 
HDP partiya hêvî û rêbazên demokratîk a Tirkiyeyê ye. Xetek nû ye. Dê ev xet azadî, edalet û demokrasiyê biparêz e. Em çavdêriyan dikin ku bi rastî jî êdî gelên Tirkiyeyê ji AKP’ê aciz e û wan naxwaze. Gel dixwaze dawî li AKP’ê bê. Civaka Tirkiyeyê divê firsenda 24’ê Hezîranê baş bifikire û binirxîne. Bi taybetî gelê kurd û gelên Tirkiyeyê dê vê baş binirxîne. Çimkî di 16 salan de AKP çi sozên ku da gelê kurd pêk ne anî. Ji ber êrîşên li dijî Kerkûk û Efrînê di nav gelê kurd rê li ber şikestinên mezin vekir. Em bang li gelê kurd dikin ku di nav tifaqê de bin û piştevaniya hev bikin. 
 
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç