Li Wanê hedefa HDP’ê 8 wekîl e

img

WAN – Rêveberê HDP’ê yê Wanê Azîm Yacan der barê xebatên hilbijartinê de agahî dan û got: “Ji ber ku tu bendewariyên gel ji partiyên din nemane, em ê li bajêr 8 wekîlan bişînin Meclîsê.” 

Yek ji bajarên ku HDP lê bi îdiaya ku hemû wekîlan bi dest bixe Wan e. HDP di hilbijartina 7’ê Hezîranê de bi rêjeya 74.82 deng ji Wanê bi dest xistibû û AKP’ê jî bi rêjeya 19.38 deng sitendibû. Di hilbijartina pêşwext a 1’ê mijdara 2015’an de jî HDP’ê ji sedî 65.5 deng girtibû û AKP’ê jî ji sedî 30.0 deng hildabû. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Bedîa Ozgokçe Ertan, Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, Tayîp Temel, Cengîz Çîçek, Mukaddes Karakoç û Asuman Yelmazer namzetên HDP’ê yên Wanê ne. 
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Rêxistina HDP’a Wanê jî lez da xebatên xwe. Heta niha li tevahiya Wanê 25 buroyên hilbijartinê vekirine. Heta du rojan dê 10 buroyên din jî bên vekirin. 
 
KOMÎSYONÊN HILBIJARTINÊ AVA KIRIN 
 
Rêveberê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar ê HDP’a Wanê Azîm Yacan der barê xebatên hilbijartinê de agahî da û got bi biryar girtina hilbijartinê re wan jî xebatên xwe bi lezgînî dan destpêkirin. Yacan got: “Me li tevahiya bajêr û navçeyan dest bi xebatan kir. Heta niha me 10 komîsyonên hilbijartinê li navçeyên derve û 3 komîsyon jî li navçeyên navendî ava kirin. Em bi şev û roj xebatên xwe dimeşînin.” 
 
2 MILYON BELAVOK Û WÊNEYÊ DEMÎRTAŞ DÊ BELAV BIKIN
 
Yacan anî ziman ku li gel hemû astengî û pêkanînên OHAL’ê jî buroyên xwe vekirin û gel jî bi rihê seferberiyê li partiya xwe HDP’ê derdikevin. Yacan diyar kir ku bênavber der barê kar û barên hilbijêran de jî xebatê birêve dibin û komîsyona hilbijêran a bi tevger ava kirin e. Yacan da zanîn ku ew ê milyonek belavok û milyonek wêneyên Selahattîn Demîrtaş ê namzetê serokomariyê yê HDP’ê belav bikin û li çar aliyê bajêr stantên hilbijartinê danîn û xebatê birêve dibin. 
 
‘EM Ê 8 WEKÎLAN RÊBIKIN MECLÎSÊ’ 
 
Yacan bi bîr xist ku wan di hilbijartina 7’ê Hezîranê li Wanê 7 wekîl bi dest xistin e û got: “Bawerî û bendewariya gelê me ku di 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de deng dan AKP’ê û partiyên din ji wan nemaye û gel berê xwe dide HDP’ê. Qeyûm, walî û qeymeqamên li Wanê mîna serok û rêveberê AKP’a Wanê dixebitin. Her çiqas sofreyên fitarê datînin jî lê gel kes naçe. Her ku diçe gel ji partiyên pergalê sar dibe. Em di encama xebatên ku birêve dibin de 8 wekîlan ji Wanê bişînin Meclîsê.”