HDP sibê li Amedê ‘Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd’ eşkere dike

img
AMED – HDP dê sibê li Amedê “Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd” eşkere bike. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk têkildarî vê daxuyanî da û got: “HDP dê di warê pirsgirêka kurd rola xwe bileyîze.” 
 
Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) dê têkildarî pirsgirêka kurd nêrîn û ramanê xwe sibê li Amedê bi civîna çapemeniyê ya “Deklarasyona çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd” eşkere bike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, endamên MYK’ê û PM’ê yên HDP’ê dê tev li civînê bibin. 
 
Li bendê ye ku modela rêbaza çareseriya pirsgirêka kurd, dawî anîna pêvajoya şer û heta meseleya muxatabiyê gelek mijar di deklarasyonê de cih bigirin. Ji ber vî awayî awir vegeriyan ser vê daxuyaniya sibê. 
 
‘HDP JI BO PIRSGIRÊKA KURD DÊ ROLA XWE BILEYÎZE’ 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk derbarê vê deklarasyonê de ev nirxandin kir: “Tifaqa AKP û MHP’ê li ser dijminahiya kurdan hat avakirin. A rastî tifaqa din jî tu gotinek wê ji bo pirsgirêka kurd bêje nîne. HDP heta îro bi sekn û helwest û gotinên xwe têkildarî pirsgirêka kurd her tim samîmiyeta xwe nîşan daye. Hêviya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê polîtîkaya HDP’ê ye. Ji ber vê yekê ewqas bi dijwarî êrîşî HDP’ê dikin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd HDP’ê duh çi gotibe dê îro jî heman tiştî bêje. HDP dê di warê pirsgirêka kurd rola xwe bileyîze.”
 
Ozturk destnîşan kir ku bandora herî mezin di çareseriya pirsgirêka kurd de yekîtiya neteweyî ya kurd e û got: “Em derî li tu kesî nagirin.” Ozturk banga piştevaniya HDP’ê li her kesî kir û xwest li cem HDP’ê cih bigirin.