Buldan: Namzetên me namzetên têkoşîn û berxwedanê ne
Temellî: Em dê karê xwe yê nîvco temam bikin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, di danasîna namzetên parlamenterên partiya xwe de got: "Em wekî AKP'ê, dewlemendî, meqam, şan û şohretê wehdî gel nakin. Her hevalên me yên bûn namzet baş dizane ku her yek namzetê berxwedan û têkoşînê ye. Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku wan karê xwe yê di 7'ê Hezîranê de nêvî hiştibûn dê temam bikin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civîna li Salona Konferansê ya Endezyarên Înşaetê ya Enqereyê namzetên xwe dan naskirin. Ewil Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervin Buldan derketin ser dikê. Ewil Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan axivî. Buldan ewil wekilên girtî silav kir û wiha got: "Em soz didin ku Birêz Demîrtaş ji girtîgeha Edirne derxin. Em bang li Serokomar û Lijneya Hilbijartina Bilind û darazê dikin. Dawî li vê zilm û bê edaletiyê bînin. Demîrtaş berdin. Dîlgirtina wî li dijî sincê ye. Ne hiqûqî ye. Ji ber zilma AKP'ê ya 16 salan baweriya gel a ji bo HDP'ê her ku diçe zêde dibe. Ev têkoşîn e. Em wekî HDP'ê û hevparên demokrasiyê ji kevneşopiya berxwedanê tên. Di serdena herî zor de me li ber xwe da û em dê dîsa têkoşîna xwe ya demokratîk  berdewam bikin. HDP garantiya demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê ye. Ji bo di hilbijartinê de demokrasî û serkeftin derkeve divê em ji her demê bêtir têbikoşin. Garantiya jiyana bi rûmet û azad e. Li welatê ku HDP lê tune be, mirov nikare behn bistîne. Dê Demokrasî û azadî dîl girtî be. 
Her dengê ku bidin HDP û Demirtaş dê li dijî bêedaletî, zext, zilm û zordariyê bê dayîn. Receta mirov xwe ji AKP’ê xelas bike HDP û Demirtaş e. 
HDP dê bibe dengê me û dê bibe dengê gelan. Em dengê pirengiyan û pir baweriyan in. Em dengê hemû baweri û gelan in. HDP dengê karker, kedkar, xizan, esnaf, astengdar, jin ciwan û hemû beşên civakê ne. Ji bo vê yekê em dê gund, tax kolan û bajar bi bajar bigerin. Em dê bi destê hemû kesan bigirin.Em dê hemû bi hevre bi ser bikevin. Teqez em dê bi ser bikevin. 
 
TEMELLÎ: EM HÊZA XWE JI JIN CIWAN Û GEL DIGIRIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku HDP tevî hemû êrişan li ser piyan e û karê ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de nêvî hiştibû dê berdewam bikin. Temellî destnîşan kir ku ew hêza xwe ji têkoşîna gelê kurd a bi rûmet, kedkar, karker, ciwan, jin û hemû beşên civakê digirin û wiha got: Ev kevneşopi hêza xwe ji ‘Ev gel nefes û bêhna gelekî din e' ku Apê û hemû rengê gelan û kedê ye."  
 
DÊ BI HDP'Ê SIYASET XWE NÛ BIKE
 
Temellî, da zanîn ku ne tenê Tirkiye dê polîtikayên derve jî bêhnê bistîne û siyaset bi HDP'ê xwe nû bike. HDP temînata welatekî xweş e. HDP navê baweriya navbera mirovan û gelan e. Navê baweriya siyasetê û nûbûna siyaseta demokratîk e. Em partiya kedê ye. 
 
AKP'ê got hedef 2013'ê ye, lê xwe nagînin 25'ê Hezîranê.  16 salin li îktîdarê ye. Lê li pişt xwe sozên vala hiştin. enflasyon bilind dibe. TL qîmeta xwe winda dike û dolar radibin. Em dibêjin 25'ê Hezîranê nêzîk dibe û miftê dîne pişt gezikê. Em bang li erka qesrê dikin. Dema tu çû mifteya darî dîne pişt gezikê. Em dê 7/24 saetan bixebitin. Karê me yê di 7'ê Hezîranê de bi nêvî mabû em dê berdewam bikin. Em dê bendê bi hevre hilweşînin. Em dibêjin dengekî bidin Demirtaş û dengekî bidin HDP’ye. Yên vedigerin bila vegerin, lê em venagerin ji rêya xwe."