Ji Partiya Vatanê îstîfa kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê

img
AMED - 90 endam û Serokê Partiya Vatanê ya Amedê, li ser daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ên “Ger ez bibin desthilatdar, ez ê HDP’ê bigirim” li avahiya partiyê daxuyanî dan û ji partiyê îstîfa kirin. 90 siyasetmedarên îstîfa kirin gotin ew ê dengên xwe bidin HDP’ê. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Vatan û namzetê Serokkomariyê Dogu Perînçek di rojên borî de got ku “Ger bibim Serokkomar ezê HDP’ê bigirim.” Gelek endamên rêxistina partiya wî ya li Amedê, li dijî vê yekê îstîfa kirin. Serokê Partiya Vatanê ya Amedê  Selahattîn Gonul derbarê mijarê de li avahiya partiye civîna çapemeniyê pêk banî û bi 90 endamên partiyê re îstîfa kirin. Gonul di civînê de axivî û got: “2 salin serokatiya partiyê dikim. Ez ji vê erka xwe îstîfa dikim.” 
 
'EM SIYASETA BI QIRÊJ NAXWAZIN'
 
Gonul, bertek nîşanî dxuyaniyên Perînçek ên derbarê HDP’ê de, da û wiha bilêv kir: “Me ji ber daxuyaniya  Perînçek îstîfa kir. Gotinên Perînçek rêveberiyên me yên Amed, Qoser û Êlihê aciz kirin. Em dinava xwe de şêwirîn û me biryara îstîfayê da. Hûn nikarin partiyek dengên 6 mîlyon mirovî girtî bigirin. Her tişt ne terorê. Li herêmê me hemû awayên şer dîtin. Em aştiyê dixwazin. Siyasetekê qirêj naxwazin.” 
 
'FIYASKO...'
 
Gonul, da zanîn ku ger Perînçek ji bo van gotinên xwe lêborînê bixwaze jî, ewê dest ji biryara xwe bernedin û wiha got: “Ji sedî yek dengên Partiya Vatanê hene. Ger Perînçek van gotinên xwe sererast neke, dê wan dengan jî winda bike. Li Sûrê berî 3 salan me şerê xendekan dît. Sûr wêran kirin û şewitandin. Hemû pûç derketin. Tenê dikandarên li ser rê hatin çêkirin. Li pişt dikanan jî ji bile kavil rakirinê tiştek din nekirin.”
 
'EM Ê DENGÊN XWE BIDIN HDP’Ê'
 
Gonul, dest nîşan kir ku ew ji şer, kaos û dubendiyêre dibin na û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesek bi darê zorê dengên xwe nadin HDP’ê. Hemû jî bi vîna xwe dengên xwe didin. Ez ê bi 90 endamên partiyê re dengê xwe bidim HDP’ê. Emê hemû dengên xwe bidin HDP’ê. Divê Demîrtaş ji girtîgehê derbikeve û propagandeya hilbijartinê bike. Ezê îşev ji xwe re rehet rakevim.”
 
Gonul, di dawiyê de got ku ewê biçin Lijneya Hilbijartina Bajêr û daxwaznameyên xwe yên îstîfayê pêşkêş bikin.