Buldan: Temenê wan bi qasî mohrekê maye
Temellî: Dengek ji HDP’ê re û dengek ji Demîrtaş re

img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî danezana hilbijartinê aşkere kirin û gotin: "Netew, bawerî û kedkar dê hemû benden li pêşiya HDP’ê hilweşînin. Emrê AKP’ê bi mohrekê maye. Divê hemû aligir û hêzên demokrasiyê li derdora HDP’ê bibin xelek.” 

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî danezana partiya xwe ya hilbijartinê li Otela Hîlton aşkere kirin. Di civînê de strana bingehîn a kampanya hilbijartinê “Tu dikarî” hat danasîn. 
 
‘ÎRO ROJEK XWEŞ E’ 
 
Di civînê de ewil Buldan axivî û got: “Îro rojek xweş e. Rojek ronahî ye. Rojek em hin bêtir nêzî azadiyê dibin. Em ji gelên xwe re manîfestoya xwe ya siberojek demokratîk aşkere dikin. Em bi hêvî, kelecan, biryar û zîndewar in. Teqez em ê bi ser bikevin. Em Botan in, Serhed in, Amed in, Mezopotamya ne, Derya Reş in, Derya Spî ne, Ege ne, Marmara ne û Anadolu ne. Em govend in, horon in û zeybek in.” 
 
‘DEMÎRTAŞ SEROKOMARÊ BI MILYONAN E’ 
 
Buldan di berdewama axaftina xwe de ji bo ew welat veguherînin welatek demokratîk û azad derketine rê û got: “Hêvî û rûkenê hemû kesî birêz Demîrtaş e. Ji bo em birêz Demîrtaş bikin serokomar em tên. Êdî ez nabêjim birêz Demîrtaş namzetê me ye, êdî ew Serokomarê me ye. Çunkî ew serokomarê bi milyonan e. Demîrtaş siberojên azad û wekhev temsîl dike. Lê yên wî dîl girtine tu tiştekî temsîl nakin. Em bi têkoşîn, dil û wêrekiya xwe bi bawer in û derketin rê. Êdî emrê AKP’ê yê bi qasî mohrekê maye. Ew têkçûnê temsîl dikin û em jî derketinê temsîl dikin.” 
 
TEMELLÎ: EM DENG Û TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ NE 
 
Pişt re Sezaî Temellî axivî û ev tişt got: “HDP deng û têkoşîna heqîqetê ye. Îro rojek destpêkê ye. Dem dema destpêkek nû ye. Em tên ku hemû tengezariyên aborî, demokrasiyê, jiyanê vebikin û şer bi dawî bikin û daxwaza gel bînin cih. Em tên û em ê hemû kilîdên girtî vebikin. Dîroka bikaranîna qesrê ya herî dawî 24’ê Hezîranê ye. Dê pergala yek zilamî û rejîm bi dawî bibe. Heke ku hûn li çareseriyê digerin çareserî HDP ye. Em bi milyonan ciwan û jin in û tên. Dem dema em gotinên xwe bêjin e.”
 
AKP BILA NEBE QEYÛMÊ DENGÊ WE
 
Kurd, Tirk, Ermenî, Elewî, Êzidî, Suryanî, Roman, kedkar, jin, ciwan û zarok hûn ne bi tenê ne, HDP heye. Bila AKP nebe qeyûmê dengê we. Em xwedî nirx û baweriyan derdikevin. Qesrên me yên havîn û zivîstanê tunene, pareyên me yên sozê cinnetê û qoltixên me yên koledariyê tune ne. Eme tu carî ji windakirinê natirsin. Ji ber ku gelê me, tu carî me di niveka rê de nahêle. Hûn nikarin azadiyê bigirin, lê hûn dikarin bibni azadî bixwe. Em bi heqîqetê azad dibin. HDP dengê têkoşîna heqîqetê ye.
 
A ku HDP’ê cûda dike, qet tawîzan nade, sozên jiyaneke civakî û aborî ya bin geha xwe ji bawerî û demokrasiyê digire dide. Em weke dostên demên zor û zehmet, bûn partiya demên zor û zehmet. Em tu carî ji ber gefan nereviyan. Bi xwedî derketina gel em tîk li ser piyan rawestiyan. Me li ber xwe da, bi cesaret û seknek bi biryardarî, me têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê berdewam kir.
 
EMÊ GEL SÛCDAR NEKIN 
 
Berî her tiştî em soza rêveberiyek xwedî berpirsiyar didin we. Emê tu carî karkeran û gelan sûcdar nekin. Em ê tundiya li ser jinê tu carî rewa nîşan nedin û nebînin. Em ê îstîsmara zarokan di bin navê “zilamê fehş bixesînin” de pişt guh nekin. Em soz didin ku neynûka we jî zararê bibîne, emê xwe berpirs bibînin. 
 
EM Ê NEBIN DESTHILATDARIYA RÊ Û PIRAN
 
Em soza mezin didin gelan, civakên ji baweriyên cûda, emekdar, jin, ciwan û zarokan ku em ê welatekê demokratîk ê di xeyalên we de ava bikin. Emê nebin desthilatdariya rê û piran. Pir û rêyên em çêbikin jî emê bi salan ji we re behsê nekin. Emê bibin parazvanên aştî û demokrasiya gelên Tirkiyeyê. 
 
EM Ê DAWÎ LI QEYÛMAN BÎNIN
 
Berî her tiştî em ê OHAL’ê rabikin û bêmafiyên di OHAL’ê de hatin jiyîn, em ê ji holê rabikin. Em ê dawî li qeyûman bînin, vîna gel îadeyê gelê Kurd bikin. Em ê ji bo girtiyên siyasî rêya azadiyê vekin. Bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de tên girtin. Em ê pergale hiqûqî ya adîlane pêş  bixin. 
 
DÊ QANÛN Û DARAZ JI BIN FERMANA  SIYASETÊ DERBIKEVIN 
 
Ji bo qanûn û daraz dibin fermana siyasete de nemîne, çê pêwîst be emê bikin. Emê Wezareta Dadê ji nava Lijneya Dozger û Dedgeran hilbijêrin. Gava em dibin daraz, mekanîzmayên bi fermanê tên birêve birin tê hişê me. Em ê vê yekê ji holê rabikin 
 
EM Ê SIYASETEK PIRALÎ DERBIXIN HOLÊ
 
Em ê aboriyê demokratîk bikin û Bernameya Mafên Civakî bixin jiyanê. Hemû sektorên xwezayî, di serî de çandinî dê bi aştiyane pêş bikevin. Emê dawî li xizantî û bêkariyê bîn in. 
 
PERGALA PARLAMENTOYA BIHÊZ Û DEMOKRASIYA HERÊMÎ EM Ê PÊŞ BIXIN
 
Li holê tenê ragehiya faşîzmê heye. Derdê me ew e ku em vê ragehiyê bi dawî bibînin û daxwazên demokratîk ên gel derbixin holê. Ji ber vê yekê berî her tiştî em ê pêvajoya avakirin qanûna bingehîn a demokratîk destpê bikin. Tiştên me di desthilatdariya AKP’ê de jiya, di hafizeyên me de tenê wêrankirin û şer hişt. Lê hafizeyek aştiyane ya gelên Tirkiyeyê heye.