HDP hefteya bê wê namzetê Serokomariyê aşkere bike

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Saruhan Oluç diyar kir ku dê hefteya bê namzetên xwe yê Serokomariyê ji raya giştî re aşkere bikin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li Îzmîr û Mêrsînê dest bi xebatên hilbijartina zordest a 24’ê kir. Yek ji partiya ku dê çarenûsa hilbijartinê diyar bike jî HDP ye. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Saruhan Oluç derbarê hilbijartinê de ji BBC Tirkî re axivî. Oluç destnîşan kir ku ew ê partiya wan ji bo namzetiya Serokomariyê dê hefteya pêş namzetên xwe diyar bikin û ji raya giştî re aşkere bikin.