Li Colemêrgê starta hilbijartinê hat dayîn

img

COLEMÊRG – Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Colemêrgê starta hilbijartina pêşwext dan û gel vexwendin civîna “Kordînasyona hilbijartinê” ya dê sibê bê lidarxistin. 

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) ên Colmêrgê bi civîna çapemeniyê ya li avahiya DBP’ê li dar xistin, starta hilbijartinê dan. Di civînê de Hevserokê rêxistina HDP’ê ya navçeya navendî Necmettîn Acar axivî û destnîşan kir ku ew wek partî her tim li Colemêrgê ji hilbijartinê re amade ne û dê serkeftinek mezin di hilbijartinê de bi dest bixin. 
 
Acar de berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi vê wesîlê em hemû rêveberên xwe yên niha û yên berê, gelê xwe û xebatkarên me yên dildar vedixwînin civîna me ya kordînasyona hilbijartinê. Civîna me li avahiya DBP’ê saet di 14.00’an de pêk tê. Gelê me bi kelecan û enerjiya dê partiya xwe bigîhîne serkeftinê dijî. Em ê kelecan û enerjiya xwe bikin yek û encamek serkeftî bi dest bixin. Ji bo serkeftinek mezin em ji niha ve serkeftinê ji gelê xwe re dixwazin.”