Li hemberî girêkoriya netew dewletan, xweseriya demokratîk parastin

img
MÊRDÎN - Bersûcên ku di Doza Nisêbînê de tên darizandin, di parêziya xwe de li hemberî girêkoriya netewdewletan, xweseriya demokratîk a li ser asasê jiyana komunal parastin. 
 
Rûniştina sêyemîn a danişîna duyem a doza Nisêbînê ku 50 kesên di dema qedexeya derketina derve di 26'ê Gulana 2016'an de hatin tehliyekirin hatin girtin tên darizandin de, bi dawî bû. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê li avahiya Midûriyeta Bajêr a Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) pêk hat.
 
Piştî navbera nîvro girtî Nûrûllah Akyuz parêziya xwe ya mayî dewam kir. Akyuz, di parêziya xwe de balê kişand ser nirxên demokratîk ên Serdema Neolîtîkê û diyar kir ku ziman, çand û heqîqeta gelê kurd têkildarî vê serdemê ye û divê di vê çarçoveyê de li rastiya gelê kurd bê nihêrîn. Lê belê Akyuz ku bi kurdî parêzî kir, destnîşan kir ku parêziya wî baş nayê wergerandin û diza wergêrekî nû kir. Dadgehê daxwaza wî qebûl kir û ji parêzeran wergêrek din xwest. Li ser vê Akyuz navber da parêziya xwe. 
 
Paşê danişîn bi parêziya Medya Çinar a girtî domand. Çinar di parêziya xwe de çewisandin û kuştinên demên borî bi bîr xist û got: "Eger li hemberî vê yekê têkoşîn pêk nehatana, dê îro li vir heman tişt rû bidana." Çinar bal kişand ser îşkencekirina xwe ya ku dema hatin tehliyekirin lê hat kirin û diyar kir ku di bin îşkenceyê de bi darê zorê îfadeya wê hatiye girtin. 
 
Piştî Çinar girtiyên din jî diyar kirin ku ew ê bi kurdî parêziya xwe bikin. Li ser vê yekê heyeta dadgehê navbera da danişînê. 
 
Piştî navberê girtî Îbrahîm Toktaş, diyar kir ku îşkence li wan hatiye kirin û got: "Dema îşkencekaran îşkence dikir kêfxweş dibûn. Bi darê zorê îfadeya min hat girtin. Ev îfade derew e û polîsan ew amade kiriye. Ez wekî kesekî ku îşkence lê hatiye kirin li vir im." 
 
'DIVÊ LI HEMBERÎ NETEW DEWLETÊ JIYANA KOMUNAL ESAS BÊ GIRTIN' 
 
Toktaş, di parêziya xwe de bal kişand ser krîza ku netew dewlet pê re rû bi rû maye û li ser modela "Netewa Demokratîk" rawestiya. Toktaş, diyar kir ku bingeha Netewa Demokratîk ji komunan pêk tê û got: "Bi Modernîteya Kapîtalîst re betalî, bûhran û nepevragihandin derket holê. Divê li hemberî vê yekê jiyana komunal esas bê girtin. Modernîteya Kapîtalîst, tê wateya binpêkirina ehlaq û polîtîkbûyînê, dagirkirina sererd û binerdê. Mirov avaniyeke civakiryî ye. Mirov bi tena serê xwe pir bêhêz û bêwate ye." Toktaş, bal kişand ser "Xweseriya Demokratîk" jî û destnîşan kir ku ev tê wateya avakirina civakeke demokratîk ku xwe dispêre îradeyê. 
 
Piştî parêziya Toktaş dadgehê navber da danişînê, rûniştina din taloqî sibê kir.