Alper Taş: Ketina nav Efrînê wê Tirkiyeyê têxe nav pevçûneke mezin

img

STENBOL–Endamê Desteya Serokatiyê ya ODP’ê Alper Taş, destnîşan kir ku bi ketina nav Efrînê dê ewlehiya Tirkiyeyê pêk neyê, berevajî vê yekê dê Tirkiye têkeve nav pevçûneke mezin. 

Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) Alper Taş, êrîşên li ser Efrînê û Newroza 2018’an nirxand. 
 
‘TIRKIYE DIKEVE NAV PEVÇÛNEKE MEZIN’ 
 
Taş, êrîşên li ser Efrînê nirxandin û got, ji serî ve polîtîkaya şerî ya dewletê polîtîkayeke şaş e. Taş pirsî “Çi karê Tirkiyeyê li Efrînê heye?” û got: “Behsa yekpareyiya xaka Sûriyeyê dike û dibêjin ‘Em ê Efrînê radestî xwediyê wê yê eslîn bikin.’ Xwediyê eslîn ê Efrînê kî ye? Mirovên niha li wir dijîn ma ne xwediyê wê yê eslî ne, qey ji fezayê hatin? Hûn wan ji wir derxînîn, lê hûn ê kî bi cih bikin? Tevî OSO’yê dixwazin herêmê dizayn bikin. Ev polîtîkayeke maceraperest û emperyalîst e. Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Ketina nav Efrînê wê ewlehiya Tirkiyeyê pêk neyîne, berevajî vê dê Tirkiyeyê têxe nav pevçûneke mezin.” 
 
‘BI ŞER PIRSGIRÊK NAYÊ ÇARESERKIRIN’ 
 
Taş, destnîşan kir ku aşkere ye ku bi şerê bi kurdan re Tirkiye nikare pirsgirêkê çareser bike û got: “Ji bo ev yek bê dîtin ku bi vî awayî nepêkan e, ne hewce ye evqas mirov bimirin. Riya aqil yek e. Eger Tirkiye li herêmê û li Tirkiyeyê bi kurdan re li hev bike, ji nû ve riyeke çareseriyê ya demokratîk peyda bike wê ev yek di leha me hemûyan de be. Tirkiye bi vê siyasete winda dike. Di sedsala 21’ekemîn de siyaseteke ku bila kurd tu statuyê bi dest nexin, polîtîkayeke ku tu beramberiya wê tune ye. Li Sûriyeyê bi destxistina statuyê ya kurdan ji bo çi dê Tirkiyeyê nerihet bike?” 
 
‘ÊDÎ EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Taş got:  “Em ber bi Newrozê ve diçin, êdî em aştiyê dixwazin. Em jiyaneke ku kurd û tirk şer nekin dixwazin. Careke din dibêjin şer û pevçûn. Ev qas rûxandin û êş êdî bes e.” 
 
‘BILA NEWROZ BIBE GAVA DESTPÊKEKE NÛ’ 
 
Taş, anî ziman ku Newroza 2018’an girîng e û got: “Nemaze jî divê wekî qadeke ku gelê kurd daxwazên xwe lê bîne ziman esas bê girtin û em pêşniyar dikin ku peyamên ku dê kurd û hêzên demokrasiyê yên din li qadên Newrozê bidin ji aliyê kesên dewletê bi rê ve dibin esas bên girtin. Rûxandineke mezin heye. Em ji vê rûxandinê re bêjin na. Em di Newrozê de dest bi destpêkeke nû bikin. Bila bibe gava destpêkeke nû.” 
 
Taş, bi lêv kir ku ew ODP ew ê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Amed û Stenbolê bibin. Taş got ew ê bi daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê li qadên Newrozê bin. 
 
MA / Yasin Kobulan