HDP: Hewldana me dê ji bo tekoşînek hevpar be

img

ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, piştî civînê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna parve kir. Lijneya Navendî ya HDP'ê êrîşên li ser Efrinê şermezar kir û diyar kir ku ew dê hewldana hevpariyê xurt bikin û ji bo têkoşîna hevpar têbikoşin. Lijneyê bang li Konseya Ewropa jî kir û xewst êdî rola xwe bilîzin. 

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, piştî civînê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna parve kir. Encamnameya Lijneya Navendî ya HDP'ê wiha ye: 
 
* Dagirkeriya li ser Efrînê carek din nîşan da ku Koalîsyona AKP-MHP'ê di bin navê ‘Konsepta Ewlehiya Neteweyî" de talankirin, wêrankirin û dagirkeriya axê ye. Li Rojhilata Navîn ne aştiyê, şer pêş dixe. îktîdara nava welat bi polîtîkayên derve yên nijadperetiyê li ser piyan dihêle. 
 
* Li vî welatî bi milyonan welatiyên me yên kurd dijîn. Li Efrînê mirovên li ser axê dijîn ji ber êrîşan birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Her mirovek tê kuştin wîjdan bêtir perçe dibin. Ev yek di navbera mirov û gelan de hestê dijminantiyê kûr dike. Koalîsyona ku AKP-MHP'ê di wîcdanan de vekiriye carek din zû bi zû nayê dermankirin
 
*Li Rojhilata Navîn sedema rijandina xwînê ya heta niha hêza leşkerî ye. Bi hêza leşkerî dixwazin Rojhilata Navîn bi teşe bikin. Niha li Sûriye jî divê gel bi xwe biryara xwe bidin. Lê li şûna wê hêza leşkerî dixin meriyetê. Divê biryar ya gelê Sûriye be. 
 
* Em carek din Neteweyên Yekbûyî hişyar dikin û dixwazin dixwazin li hemberî Efrînê bêdeng nemîne û biryarên xwe têxin meriyetê. AKP-MHP li şûna guh bide biryara NY'ê bi welatên ewropa re bazara çekan dike. Li Sûriye Guta ya Rojhilat çi be li Efrînê jî heman tişt e. 
 
* Em bang li hemû welatên endanên konseya ewropa ya Neteweyên yekbûyî dikin ku ji bo Efrînê alîkariya mirovahiyê bidin. Rewş pir lezgîn e û divê êdî bêtir sivîl neyên kuştin. Bila Efrîn nebe Srebrenitsa yên nû. 
 
* Koalîsyona AKP-MHP'ê hemû saziyên demokratîk bê bandor hiştine û mekanîzmayên venertinê tune dihesibîne. Hiquk kiriye amûra îktîdara siyasî. 
 
Mînaka herî şenber jî tifaqa hilbijartinê ya AKP û MHP'e ye. Tevgera Jina Azad (TJA) pîrozbahiyên 8'ê Adarê bi serkeftî pîroz kirin. Jinan cerek din biryara têkoşîna li dijî tundî, kuştin û desthilatdariya mêr sekna xwe nîşan daye. 
 
* Niha di rojeva me de pîrozbahiyên 21'ê  Adarê yên Newrozê hene. Em de mizgîniya raperîn û biharê Newrozê bi coş pîroz bikin. Biryara hevî û têkoşînê em de xurt bikin.