HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive

img
MANÎSA - HDP dê bi beşdariya Hevseroka Giştî Pervîn Buldan li sê herêmên cuda yên Manîsayê bi gel re bê ba hev. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 11’ê tebaxê de li taxên Fevzî Çakmak û Yûnûs Emre yên girêdayî navendê û li navçeya Salîhliyê bi gel re were ba hev. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenter Mûrat Çepnî, Fîlîz Kerestecîoglû, Alî Kenanoglû û endamên Meclisa Partiyê jî beşdar bibin.