Partiyên kurd dê ‘Belgeya Helwestê’ eşkere bikin

img

AMED - Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku divê tifaqa partiyên kurdî bi hilbijartinan re bisînor nemîne û got: “Em armanc dikin ku Tevgera Aştiya Kurd ava bikin. Di vê çarçoveyê de em ê di meha îlonê de Belgeya Helwestê eşkere bikin.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi stratejiya Rêya Sêyemîn xwe ji bo serdema nû amade dike. HDP li gel Partiya Karkeran a Tirkieyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Halkevlerî (HE) û Federasyona Meclisên Sosyalîst di çarçoveya “Tifaqa Demokrasiyê” de xebatên xwe didomîne. 7 meh in ev xebat li qadan didome û gelek civîn ji bo vê tifaqê hat kirin. Ev 7 partî dê di çarçoveya bernameya xwe ya têkoşînê de “Manzûmeya Rêgezan (İlkeler Manzumesi)” biweşîne. HDP’a ku di 3’ê tîrmehê de kongreya xwe ya mezin a pêncemîn li dar xist, bi awayek hêz daket qadan. 
 
HDP li aliyekî li bajarên rojavayê Tirkiyeyê li gel van partiyan xebatên xwe yê tifaqê bi rê ve dibe, li aliyekî jî li bakurê Kurdistanê li gel partiyên kurdî ango Kurdistanî xebatên xwe yên Tifaqa Kurdistanî bi rê ve dibe. HDP niha jî ji bo xebatên yekitiya neteweyî ya kurd zend û benden xwe girêda ye. Hevserokê Giştî yê HDP’ê di 7’ê tebaxê de li Amedê serdana partiyên kurd kir. Sancar destnîşan kir ku ew armanc dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên îktîdarê tifaq û qadên xwe yên têkoşînê berfireh bikin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz ku di şandeya serokatiya Sancar de cih girt, serdana ji bo partiyên kurd nirxand. 
 
PÊŞKÊŞKIRINA METODAN 
 
Îpekyuz diyar kir ku di zemînek ku Tirkiye ketiye nava gelek krîzan de ber bi pêvajoya hilbijartinê ve diçe û welat ber bi têkçûnê ve tê birin û tevî van krîzan jî çareseriyek rasteqîn nayê pêşkêşkirin. Îpekyuz anî ziman ku Tirkiye di navbera tifaqa Cumhur û Millet de hatiye asêkirin û got: “Ev tifaqa ji bo îktidara xwe li ser pirsgirêkan diaxivin. Lê metodên wan çareseriyê jî ji rastiya welat dûr in. Di serê pêşî de li welat pirsgirêka kurd heye. Pirsgirêka demokrasiye heye. Ji bo ev bên çareserkirin divê metodên çareseriyê bên pêşkêşkirin.” 
 
TEVGERA AŞTIYÊ YA KURD 
 
Îpekyuz anî ziman ku ew beriya hilbijartina xwecihî ya 2019’an bi partiyên kurd re dest bi hevdîtinan kirine û got: “Kurd di pêvajoyek pir dîrokî re derbas dibin û bi gelek pirsgirêkan re rûbirû mane. Heke em têkoşîna xwe û gotina xwe nekin em ê hin bêtir xerc bibin. Ji bo em xerc nebin, li ser vê esasê em derketin rê. Me bi 6 partiyên siyasî yên kurd re bi fedakriyek mezin tifaqa hilbijartinê ava kir. Me civîn û komxebatên cihê li dar xistin. Ev pêvajo didome. Me serdanên ku pêk anîn jî bi wate ne. Em li aliyekî bi aliyên çep û çepgir ên Tirkiyeyê re hevdîtinên xwe didomînin. Li aliyekî jî em bi ji bo pêvajoya li gel partiyên Kurdistanê bigihîje armanca xwe gavan diavêjin. Armanca hevdîtinan ew e ku em dubare tifaqa xwe xurt bikin. Lê belê ev hevdîtinên me yên li gel partiyên Kurdistanî tenê ne ji bo hilbijartinê ye. Wek ku me di pêvajoyên berê de jî armanca me ew e ku em Tevgera Aştiya Kurdî bidin destpêkirin. Divê em Tevgera Aştiyê ava bikin. Ji ber ku li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêdivî bi vê heye. Divê em tenê bi hilbijartinan re bisînor nemînin.” 
 
BELGEYA HELWESTÊ DÊ BÊ EŞKEREKIRIN 
 
Îpekyuz destnîşan kir ku ew ê li gel partiyên kurd civîn û hevdîtinên xwe bidomînin û dê di meha îlonê de li gel van partiyan “Belgeya Helwestê” ji raya giştî re ragihînin. Îpekyuz anî ziman ku partiyên di nava tifaqê de ne serdan û hevdîtinan bi awayek erênî pêşwazî kirine û wiha axivî: “Divê beriya em bikevin atmosfera hilbijartinê, em vê yekitiyê bi dest bixin. Ev gelek girîng e. Armanca me ew e ku hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn di navbera kurdan de tevgerek aştiyê damezrînin. Dema em vê tevgerê ava bikin, hem li Tirkiyeyê hem jî li herêmê wê ji bo têkoşîna aştî û demokrasiye bibe mînak. Em dikarin li dijî polîtîkayên şer û kedxwariyê bi çareseriyê di tifaqên demokrasiye de peyda bikin.” 
 
MA / Mujdat Can