Parlamenter Îrmez: Hikumet û polîtîka guherîn, lê berxwedan neguherî

img

ŞIRNEX – Parlamentera HDP’ê Aycan Îrmez diyar kir ku ji Osmaniyan heta îro polîtîkaya êrîş û zextan li dijî Şirnexê dewam dike û got: “Hikumet û polîtîka hatin guhertin, lê berxwedan neguherî.” 

Bajarê Şirnexê di çarçoveya “Plana Têkbirinê” ya hikûmeta AKP’ê de serûbin kirin. Di ser qedexeya derketina derve ya Şirnexê de du sal derbas bû. Qedexeya li Şirnexê 246 roj dewam kiribû û di pevçûnan de gelek leşker, polîs û endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jiyana xwe ji dest dan. 
 
Ji sedî 70 bajêr ji nexşeyê hat paqijkirin. Ev ji bo şirnexiyan ne cara ewil bû. Ev yek di salên 1990’an de jî li ser Şirnex û navçeyên wê pêk hat. Li gel hemû polîtîkaya koçberkirin, êrîş û zextan jî şirnexî warên xwe terk nekirin û li ber xwe dan. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Aycan Îrmez polîtîkaya li dijî Şirnexê nirxand. 
 
‘WÊ DEMÊ HÊZÊN CUDA ŞIRNEXÊ BIRÊVE DIBIRIN’ 
 
Îrmez di serdema salên 1990’an de pêkanînên bi serê Şirnexê re derbas bûn bibîr xist û got: “Di wan salan de li dijî gelê Şirnexê komkujî pêkanîn. Li Qada Cumhuriyetê komkujiyê kirin. Ew qad bû gola xwînê. Bi dehan mirov jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Gelek mirovên me yên bi wan birînên xwe mezin bûn hene. Li wê qadê gelek dayik û bav hatin kuştin û zarok sêwî man. Wê demê leşker û polîsên li bajêr peywîrdar dikirin komkujî pêk dianîn. Wê serdemê hin hêz avakiribûn û wan Şirnexê birêve dibir. Rayedarên wê serdemê bajêr wek ‘Komara Şirnexê’ binav dikirin. Wan bixwe jî kirinên xwe îtîraf kirin.” 
 
‘HEMAN PÊKANÎN DUBARE BÛN’ 
 
Îrmez destnîşan kir ku pêkanînên salên 1990’an du sal berê li Şirnexê carek din pêk hatin û wiha got: “Di wan salan de malên gel dihatin gulebaran kirin û mirov li nava kolanan dihatin qetilkirin. Lê îro mal û tax bi tang û topan tên serûbinkirin. Mirov bi komî tên kuştin. Lê dema mirov dide ber heman polîtîka ne. Me şahidiya ku mirov bi komî di jêrzemînan de hatin şewitandin kir. Bajarekî bi tevahî ji nexşeyê derxistin. Me şahidiya bêhiqûqiya herî mezin kir. Min şahidiya bajarê hemû bîranînên min lê ne û mezin bûme paqij kirin.” 
 
‘GEL Û DÎROKA WAN TUNE DIKIN’ 
 
Îrmez da zanîn ku hemû avahî û cihên dîrokî û pîroz hedef hatin girtin û wiha domand: “Şirnex ji Osmaniyan heta niha li ber xwe dide. Lê hemû berxwedanî û dîroka sedsalan di qedexeyê de hat tunekirin. Osmaniyan xwest bikevin Şirnexê, lê gel di qesran de li ber xwe da û nehiştin leşker bikevin Şirnexê. Ew qesr yek bi yek ji bo Şirnexê dîrokek e. Lê wê dîrokê tunekirin. Kevirek wê dîrokî nehiştin. Em bi ferasetek ku hember keviran jî tehamula wan tune ye rû bi rû man.” 
 
‘HIKUMET, PARTÎ Û POLÎTÎKA GUHERÎ, LÊ FERASET NEGUHERÎ’ 
 
Îrmez bibîr xist ku xelkê bajêr ji Osmaniyan heta Demîrelan û heta AKP’ê li dijî zordestiyê û komkujiyan li ber xwe dide û berxwedana gel dilê wan birîn dike. Îrmez anî ziman ku li gel hemû êrîşên tunekirinê jî gel xwedî li nasname, çand û axa xwe xwedî derket û got: “Li gel mal û warên tunebû jî gel vegeriya bajarê xwe. Gelek hikumet û polîtîka guherîn, lê feraset neguherî. Mirov guherîn lê çîrok neguherîn û berxwedan neguherî. Gel bi her awayî xwedî li hebûna xwe derket. Ev sê serdemên dijwar e gel li ber xwe dide û hebûna xwe ya li Şirnexê dewam dike.”