Bekaroglû: Divê em li dor daxwazên hevpar ên demokratîk bicivin

img

STENBOL - Parlementerê CHP’ê Mehmet Bekaroglû destnîşan kir ku eger AKP û MHP bi ser bikevin, wê herkes berdêlê bide û wê ev yek bibe destpêka pêvajoyeke tarî. Bekaroglû got: “Li hemberî îtifaqa AKP û MHP’ê, em ê jî li ‘hevpariyeke kêmtirîn’ a demokratîk ku her nasname, her bawerî bi terhê jiyana xwe têde bimîne bigerin.”  

Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Mehmet Bekaroglû, îtifaqa AKP û MHP’ê û li hemberî vê îtifaqê yekîtiyeke demokrasiyê ya gengaz nirxand. 
 
Bekaroglû, destnîşan kir ku bi qasî ew dibînin AKP ji sedî 51 dengî nastîne û ji ber vê yekê qanûna îtifaqê berpêşî Meclîsê hatiye kirin. Bekaroglû, bi lêv kir ku eger ev qanûn di Meclîsê re bê derbaskirin wê ji niha û pê ve hilbijartin di bin venêrîna karmend û hêzên dewletê de be. Bekaroglû, destnîşan kir ku AKP û MHP dibêjin şert û merc çi dibin bila bibin ew ê teqez di hilbijartinê de bi ser bikevin, lê belê ew ê bi tu awayî destûra vê yekê nedin. Bekaroglû got: “Çi dikin bila bikin, em yanî muxalefet ger li benda sindoqan bisekinin wê ev kes nikaribin tu tiştî jî bikin. Eger tiştekî bikin em ê cîhanê rakin ser piyan; kesên sixtekariyan bikin em ê wan perişan bikin. Qet mubalexe nakim, herkes heta qirikê tije ye. Bawer bikin wê piraniya hilbijêran tenê ji bo dengdayînê neyên ser sindoqan. Ji bo dengê ku avêtiye sindoqê wekî rengê ku avêtiye derkeve wê li wir rakeve.” 
 
‘HERKES HAY JI GIRÎNGIYA HILBIJARTINA 2019’AN HEYE’
 
Bekaroglû, li hemberî îtifaqa AKP-MHP’ê çêkirina îtifaqeke din jî nirxand û diyar kir ku ew bawer dike ku wê demokratên li welêt hemû bibin yek. Bekaroglû, bi lêv kir ku hilbijartinên 16’ê Nîsanê wekî herkesî hêvî li wî jî peyda kiriye û got: “Di 16’ê Nîsanê de li dor tu maseyê rûneniştin û muzakere nekirin, lê demokratên hemû derdoran di sindoqan de bi awayekî hevpar tev geriyan û dengê Na’yê dan. Wisa bawer dikim ku wê demokratên civakî, demokratên mihafezekar, demokratên netewperest, demokratên kurd dîsa li ser zemîneke siyasî ya demokratîk bi awayekî hevpar tev bigerin. Wê CHP li orta vê xebatê bisekine. Jixwe hemû kom jî ji CHP’ê hêvî dikin ku pêşengiya xebateke wisa bikin.” Bekaroglû diyar kir ku herkes hay ji girîngiya hilbijartina 2019’an heye û got: “Eger ev îktidar û hevkarê wê bi ser bikeve, herkes dizane ku dê çi têkeve meriyete û wê kî çi bedêlî bide. Bawer dikim ku wê herkes di vî warî de bi awayekî hesas tev bigere.” 
 
'EM Ê LI HEVPARIYÊN KÊMTIRÎN BIGERIN’ 
 
Bekaroglû, got: “Dema armanca hevpar ‘ji nû ve bi awayekî hîm baştir avakirina zemîneke siyasal a demokratîk be’ wê kar û bar hêsantir bibe. Wê herkes piştevaniya xebateke wisa bike. Helbet wê ev piştevanî çawa be, ev tiştekî din e. Bi ya min AKP û MHP îtifaqeke dijî demokrasiyê ava dikin. Dema vê jî dikin li dor ‘hevpariyên mezintirîn’ yanî îşaret bi rêzkirina nasname, bawerî û terhê jiyanekê din dikin. Em ê wisa nekin. Em ê li ‘hevpariyên kêmtirîn’ bigerin. Wê herkes li gor nasnameya xwe, bawerî û terhê jiyana xwe tev bigere. Heta wê bernameya partiya xwe biparêze, wê li ser zemînekî siyasî ya demokratîk bi awayekî hevpar tev bigere.” 
 
'EM Û HDP’Ê DIKARIN BI HEV RE TEV BIGERIN’ 
 
Bekaroglû, bi lêv kir ku ew û HDP’ê dikarin bên gel hev û tirseke wan a ew û vê partiyê li gel hev nexuyên tune ye. Bekaroglû got: “Kompleksên me yên bi vî rengî tune ne. Ya muhîm rêgez in. Em partiyeke sosyal demokrat in. Li cem me azadiya fikr û ramanê, siyaseteke serbest, demokratîk esas tê girtin. HDP û CHP du partiyên cuda ne, bernameyên wan cihê ne, hedefên wan cihê ne, divê wisa be. Ji bo ji nû ve zemîne siyasî ya demokratîk bê avakirin, em ji bo hilbijartina 2019’an behsa bihevrebûnekê dikin, em behsa yekparebûyînekê nakin. Helbet hin hesasiyetên serdemê hene, ekîbên siyasî hay ji van tiştan hene û bawer dikim ku wê li gorî van hesasiyetan tev bigerin.” 
 
MA / Bilal Seçkin