Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir

img

ENQERE – Pêşnûmeya tifaqa hilbijartinê ya AKP’ê û MHP’ê di encama mesaiya 20 saetan de di Meclîsê de derbas kirin. 

Pêşnûmeya tifaqa hilbijartina AKP’ê û MHP’ê ku li ser 26 xalan li hev kiribûn di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de derbas bû. Pêşniyaza qanûnê ku weşana televîzyonê li Meclîsê tunebû anîn Lîjneya Giştî ya Meclîsê û di mesaiyên nêzî 20 saetan de derbas kirin.  Li gorî qanûnê êdî partiyên siyasî dikarin tifaqê ava bikin û bikevin hilbijartinê. Her wiha dîsa partiyek dikare bi partiyek din re tifaqêava bike û hem jî bi amadekirina lîsteya hevpar bikevin hilbijartinê. Dengên tifaqê ji sedî 10 bibûhire dê bendê derbas bikin.  Pusulayên deng û zerfên bêmohr ên bûn sedema nîqaşan jî girêdan biryarê. Bi pêşniyaza hat qebûlkirin re, dê ya ji partiyan yek an jî ji bo her du partiyan pusulayên hatine mohrkirin jî bên jimartin û derbaskirin. Di hilbijartina serokomar û wekîlan de pusulayên deng dê bikevin heman zerfê. Dê ewil dengên hilbijartina serokomariyê bên jimartin. Zerf û pusulayên bêmohr jî dema derbasî filîgranê YSK’ê bibin dê qebûl bên jimartin.