HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin

img

ENQERE - Parlamentera HDP'ê ji meclîsê xwest ku kuştina sivîlên li Efrînê di êrîşa tang, top û bombebaranê de hatin kuştin lêkolîn bikin. 

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, têkildarî şerê ku Tirkiye bi destê TSK û OSO  li ser Efrînê 52 rojin dimeşîne, ji meclîsê xwest der barê sivîlên di şer de hat kuştin lêkolîn bikin. Ertan pêşniyarname da meclîsê û xwest ji bo vê yekê komîsyona lêkolînê bê avakirin. Erdan di daxwaza xwe de wiha got: "Mafê jiyanê mafekî rewa û zagonî ye. Bi taybetî divê mirov li qada cemaweriyê neyên kuştin. Dewlet li hemberî mafê parastinê bi her awayî berpirsiyar e. Li gorî daneyên Çavdêriya Ji bo Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 28'ê Çileya 2018’an de 51 sivîl di encama bombebaranê de hatin kuştin. Di daneyên 6'ê Adarê de jî di navde kurd, ereb, ermenî jî hene 177 sivil hene. Dîsa 337 welatiyên sivilîn bi giranî birîndar in. 
 
Dîsa li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di mela çile de di bombebaranekê de zarok û jin jî di navde 26 sivîl hatin kuştin. Li gorî Nûnertê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) yê Sûriyeyê Fran Equiza, di 26'ê Çileya 2018’an de di encama bombekirina Tirkiye ya li ser Efrînê de 11 zarok hatin kuştin.  Koordînatorê Alîkariya Mirovan ê Herêma Sûriye yê Neteweyên Yekbûyî Panos Moumtzis jî diyar kir ku tevî biryara agirbestê Tirkiye li ser Efrînê operasyonê dimeşîne. Ji ber êrîşên Artêşa Tirk ya li ser Efrînê didome mirina sivîlan zêde dibin. Raporên kuştî û birîndaran ên mirovna bêzar dikin zêde dibin. 
 
Li gorî rapora 28'ê Sibata 2018’an a Dîrektorê Lêkolîna li Rojhilata Navîn ya Rêxistina Efoya Navneteweyî Lynn Maalouf, "Di êrîşa artêşa tirk a li ser Efrînê ji niha de gelek sivîl hatin kuştin. Di bombebaranê de heta niha 93 sivîl hatin kuştin û 313 sivîl birîndar bûn. Li gorî Peymana Cenevre ya sala 1949'an divê çi dibe bila bibe dewlet di halê şerê çekdarî de berî her tiştî sivîlan biparêze. Ji ber vê yekê divê kuştina sivîlên li Sûriye bê lêkolinkirin û tedbîr bên girtin û sivîl bên parastin."