‘Xeyala Efrînê, tenê dibe ku bi qasî xeyala nimêjkirina li Mizgefta Emewiyê rast be'

img

ENQERE- Pispora Sûriyeyê Nivîskar Hamîde Yîgît, diyar kir ku derbasbûna hêzên milîs ên NDF'ê yên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê, dibe ku AKP'ê ji "çirava Efrînê" xelas bike. Yîgît destnîşan kir ku xeyalê ku dê kurdan ber bi rojavayê Firatê ve paqij bikin jî, dibe ku tenê bi qasî xeyala nimêjkirina li Mizgefta Emewiyê rast be. 

Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê di roja 33'yan de jî didomin. Piştî hevdîtina YPG'ê ya bi Hikûmeta Sûriyeyê ku di çarçoveya "sînorê welatê xwe biparêze" de pêk hatin, Hêzên Parastina Gel (NDF) ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê tevî çekên giran derbasî Efrînê bûn. YPG'ê daxuyand ku wê hêzên NDF'ê li ser sînor bi cih bibin. Pispora Sûriyeyê Nivîskar Hamîde Yîgît mijarê nirxand. Yîgît destnîşan kir ku demeke di vî warî de YPG û Hikûmeta Sûriyeyê li hev rûdinên. Yîgît bi lêv kir ku hin hêz hewl didin lihevkirinê asteng bikin. Yîgît diyar kir ku mesele ne meseleya "Ketina Artêşa Sûriyeyê ya Efrînê" ye. Yîgît got ew wisa difikire ku dê Artêşa Sûriyeyê nekeve Efrînê û domand: "Wisa difikirim ku di vî warî de ne daxwazeke rêveberiya Şamê ne jî ya PYD/YPG'ê heye. A rast a tê muzakerekirin ev e: Li heman eniyê hevkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Gel (NDF) ên li cem Artêşa Sûriyeyê şer dikin." 
 
‘SÊWIRÎNA PARASTINA EFRÎNÊ YA BI HEV RE ESAS HAT GIRTIN' 
 
Yîgît der barê NDF a derbasî Efrînê bû de ev tişt gotin: "Min di televîzyonê de zindî dît. Dema otobêsên ku Hêzên Gel ên Sûriyeyê ji bejahiya Helebê ketin rê, li têketina Efrînê gelê sivîl birinc avêt ser wan. Birinc ji bo 'bereket çê bibe' tê avêtin. Yanî pêşî Hêzên Gel ên Sûriyeyê çûn, paşê wê Artêşa Sûriyeyê jî biçe. Dibe ku li Efrînê alayên Sûriyeyê bên hêlkirin, wê ev jî nîşan bide ku li hemberî êrîşên AKP'ê hêza muxatab hikûmeta Sûriyeyê ye. Hemû ev e... Yanî wisa difikirim sêwirîna parastina Efrînê ya bi hev re esas hatiye girtin. Lê ne ku çekê bi YPG'ê bidin danîn û ne bi şandina Artêşa Sûriyeyê, parastina welat YPG û NDF'ê ya bi hev re..."
 
Yîgît, destnîşankirin ku ji niha û pêv e dibe ku hin hêzên din jî derbasî Efrînê bibin û got: "AKP'ya ku diyar e baweriya xwe pir bi kopyayên ji DYA'yê stendiye aniye, tewreke tund nîşan da û Hikûmeta Sûriyeyê û Artêşa Sûriyeyê jî hedef girt. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû gotibû, 'Ger rejîma Sûriyeyê ji bo parastina YPG'ê bikeve Efrînê, nexwe êdî kes nikare leşkerên tirk bisekinîne.' Bi taybetî jî piştî serdana Enqereyê ya Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Tîllerson ev tişt gotin. Diyar e kirîgerê şaxa zeytûnê ya ku AKP'ê dirêjî DYA'yê kiriye derketiye. Gelo DYA teahudên çawa danê ku xwebaweriyeke wisa xwe da der? A rast texmînkirina wê ne zor e. Lew, demeke dirêj e AKP dixwest ji bo cîhadîstên di dest xwe de qadekê vebike. Lê belê vê yekê jî dixwaze bi awayekî qaşo bi dawaza 'ji bo şandina penaberên sûriyeyî qada ewlehî' pêk bîne. Ji bo DYA'yê ev ne ew daxwazeke ku pêk neyê." 
 
‘DIBE KU HIKÛMETA SÛRIYEYÊ HIN GAVÊN CUDA BAVÊJE' 
 
Yîgît, anî ziman ku ji ber ku Tirkiye nikaribû komên selefî yên girêdayî xwe têxe herêma Mertala Firatê, vê carê xwest Efrînê li vê herêmê zêde bike. Yîgît got: "Tirkiye dizane, mitefîkiya DYA'yê ya bi kurdan re têkildarî sêwirînên rojhilatê Firatê ye. Yanî DYA bi rojavayê Firatê re eleqedar nabe. Ji ber vê Efrîn jî bala wê nakêşe. Mihtemel e ku bazariya vê yekê hat kirin. Vekişîna QSD'ê ya rojhilatê Firatê jî di nav de, ji nû ve wekî du mitefîkan ew û DYA li ser parvekirina rojhilatê Sûriyeyê axivîn. Dibe ku ji ber van geşedanan Hikûmeta Sûriyeyê hin gavên cuda bavêje. Yanî wisa difikirim ku wê Artêşa Sûriyeyê nekevê. Lê ger AKP bi hêza ku DYA didê êrîşên xwe zêdetir bike an jî bidomîne, wê rewş biguhere. Di demên dawî de li pisporên sûriyeyî dinihêrim, AKP û DYA du dijminên wekî hev dibînin û dibêjin wê bersiveke tund bê dayîn." 
 
‘ÇÛYÎNA EFRÎNÊ YA ARTÊŞA SÛRIYEYÊ DIBE KU AKP'Ê XELAS BIKE' 
 
Yîgît wisa difikire ku herî zêde AKP dixwaze Artêşa Sûriyeyê têkeve Efrînê. Her wiha nivîsa îro ya Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogû Perînçek jî di vê der barê de ye. Yîgît ku got "Dibe ku Efrîn ji bo AKP'ê bibe çirav" ev tişt gotin: "Efrîn ji bo AKP'ê çiravek e. Wê nikaribe ji vir derkeve. Ji bo derketinê behaneyek divê. Ger Artêşa Sûriyeyê têkeve Efrînê, wê ji hêlekê ve wî zimanê ku AKP bi kar tîne xelas bike û heta wê vê yekê wekî 'serketinê' bide der. Wisa ye; her çi qas AKP veşêre jî, a rast li Soçiyê lihevkirineke ku kurd unsûra sereke ya pêşeroja Sûriyeyê ne xwe dabû der. Lê pirsgirêk ew e ku wê li ser maseya çareseriyê çawa bi PYD/YPG ku wekî 'terorîst' hatine îlankirin rûnên. Çavkaniyên nêzî AKP'ê, îşaretên ku formuleke bêyî PYD/YPG hatiye erêkirin dabûn. Formula navîn a vê yekê jî ev e; Ger YPG tev li Hêzên Parastina Netewî ya Sûriyeyê bibe wê pirsgirêk çareser bibe. Lê wê AKP vê yekê wekî ku wan çek bi YPG'ê daniye lanse bikirana. Wê bigotan wan bi YPG'ê çek daniy û weke serketinekê nîşan bidanan. Her wiha wê bigotana 'ewlehiya yekpareyiya xaka Sûriyeyê em in.' 
 
‘XEYALA EFRÎNÊ, TENÊ DIBE KU BI QASÎ XEYALA NIMÊJKIRINA LI MIZGEFTA EMEWIYÊ RAST E' 
 
Lê niha AKP'yeke ku pişta xwe dide DYA'yê û xeyalên dê kurdan ber bi rojhilatê Firatê ve mişext bike çê dike heye. Nayê zanîn ka dê bi vî xeyalî heta kengî bîrbiriya hilbijêran xweyî bike, lê li gorî min îhtimala pêkanîna wê, bi qasî xeyala nimêjkirina li Mizgefta Emewiyê ye." 
 
MA / Kenan Kırkaya