‘Efrîn bikin amûra hilbijartinê ne exlaqiye’

img

STENBOL - Endama Lijneya Koodînasyaona DÎB’ê Nesteren Davutoglu, bertek nîşanî lêkolînên dê êrîşên li ser Efrînê, çiqas dengan bi AKP’ê bi de qezençkirin, da û got: “Efrîn kirina amûrê hilbijartinê ne exlaqiye.” 

Di êrîş û operasyonên TSK û komên hevakarên wê OSO yên li ser Efrîn de, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ligel vê yekê êrîş bê navber berdewa dikin. Kesên dengên xwe li dijî şer derdixin jî tên girtin û binçavkirin.  Li aliyê din jî, anketên dê şerê li Efrînê çiqasî bandorê li dengên AKP’ê bike tên lidarxistin. Li dijî vê yekê Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) di rojên derbas bûyî de belavoka “Ev çiye?” weşand û bang li raya giştî û desthilatdariyê kirin ku nebin aliyê şer. Endama Lijneya Koordînasyona DÎB’ê Nesteren Davutoglu, derbarê rojeva siyasî ya Tirkiyeyê, îfaqên hilbijartinê, kongreya HDP û operasyona leşkerî ya li ser Efrînê, kirina amûrê hilbijarinê nirxandin kir. 
 
‘EM NE MECBÛRIN QEBÛL BIKIN’
 
Davutoglu, diyar kir ku ji ber pêvajoya êrîşkar, hemû rûyên mirovan, xemgîn, bi fikar û bi gumanin û wiha axivî: “Operasyonên leşkerî yên li ser Efrînê mehek li dû xwe hişitn. Her dawî divê şer bê bîra me. Kes naxwaze zarokên xwe rêke şer. Şer tenê rageşî bi xwe re tîne û barek mezin datîne ser milê xizanan. Dîrokê tim nîşan daye ku şer ne rêya  çareseriyê ye. Niha jî difikirin ku ‘artêşa wan şer dike.’ Gelo ma diviyabû wiha çêbe? Gelê kurd ji hezar salî zêdetire li ser vê axê dijîn. Rastiyekê kurdan heye. Hewldana ji bo aştî û diyalogê dibe ku hebe. Li şûna cûdakarî û ji hev veqetandinê, emê çawan bi hevre bişîn divê di rojeva me de be.  Armaca vî şerî çiye? Encamên wê pir zelal xuya nakin. Gelo îro çi karê Tirkiyeyê li wir heye? Ev pir tê bîra mirov. Em gelê xwe ber bi rêyekê dawiya wê tuneye ve dibin. Ev ne rewaye. Em ne mecbûrin vê yekê qebûl bikin.”
 
‘GER MUZKERE HEBE ÇIMA PÊWÎSTÎ BI PEVÇÛNÊ HEYE’
 
Davutoglu, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Feraseta hin kesên şoven û netewperest çavên wan tarîtir dike. Ji bo berjewendiyên xwe baweriya xwe bi hin lîstokan tînin û dibin serlîstîkvan. Çekên herî bi rehet tên bikaranîn ên mîna netewperestî û şovenîzmê pir zû belav dikin. Lê divê ku em nêrîn û paradîkmayên nû derbixin holê.”
 
BERTEK NÎŞANÎ EFRÎN KIRINA AMÛRÊ HILBIJARTINÊ DA
 
Davutoglu, bertek nîşanî anketên gelo dê şerê li Efrînê çiqas dengan bi AKP’ê bi de qezenç kirin jî da û wiha got: “Hilbijartin hem ji bo desthilatdariyê û hem jî ji bo muxalifetê firsendên mezin in. Lê bi tu awayî desthilatdarî ji bo navendeke hilbijartinê amade bike, tiştekê nake. Tenê ji bo dengên AKP’ê bên zêdekirin hesap tên kirin. Nêzîkatiyên şer bi serket, anket hatin lidarxistin û AKP xwe li ser vê yekê xwedî dike, mirovan pir xemgîn dike. Divê em nebin amûrên hin tiştan. Hinek nirx hene divê li ser siyasetê re bên girtin. Efrîn kirina amûrê hilbijartinê ne exlaqiye. Divê em ciwanên xwe ji bin barên giran derbixin. Leşker jî bimire zarokên me ne, zarokek kurd jî bimire zarokê mene. Bila hemû kes vegere mala xwe. Dûre bila mehû kar li ser maseyan berdewam bikin.” 
 
‘DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ OHAL RABE’
 
Davutoglu, darbarê belavoka “Ev çiye?” a weşand û bang li raya giştî û desthilatdariyê kir ku nebin aliyê şer de axivî û wiha got: “Êrîş û zextên dijwar li ser bejên cûda yên li dijî êrîşên li ser Efrîne derketin çêbûn. Me jî li dijî vê belavoka ‘Ev çiye?’ weşand. Gava em li jora xwe mêze dikin, em ewrên reş û tarî yên OHAL’ê li ser xwe dibînin. OHAL amûrê rewşekê ku hatiye plankirine.  Di qapûtê wê de jî gelek tişt hene. Berî her tiştî em dixwazin OHAL ji jiyana me derbikeve. Di şert û mercên OHAL’ê de çûyîna  hilbijartinê ne raste. Wê demê azadî li ku dimîne?”
 
‘KONGRE MÎNA NEWROZÊ BÛ’
 
Davutoglu, da zanîn ku HDP ligel hemû êrîşên heyî bi coşek emzin kongreya xwe pêk anî û wiha bilêv kir: “Di kongreyê de min dewletên biyanî mêze kir. Devê hemûyan jev mabûn. Ji ber ku bi salane hewayeke wisan bi coş, bawerî û tije daxwaz a girseyî ne dîtibûn. Di salona 32 hezar mirovî de, bi yek dengî rûyên hezeke mezin a aştiyê dixwazin hebûn. Em bi hesreta rûyên mirovên dev l iken mabûn. Kongre mîna Newrozê bû. Ev kelecanek mezin bû. Lê gava min li medyayê mêze kir hemû hêviyên min şikiyan. Çawan dibe ku mirov wê coş û kelecaniyê nebîne? Çawan ku gelê kurd bi gelên cûda re dibin yek, ev di kongreyê de hebû û derket holê. Ev yek ne dîtin pir nesipehî bû.” 
 
‘HDP PARTIYEKE KU LI ÇARESERIYÊ DIGERE’
 
Nesteren Davutoglu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji vir û şûnde divê em hevdîtinên nerim kirinê pêk bînin. Tirkiye pir hes ji Selahattîn Demîrtaş dike û baweriyê pê tîne. Ji ber ku em bi heman zimanî axivîn. Ji vir û şûn de heviyên polîtîkayên mezin ji hevserokan Pervîn Buldan û Sezaî Temellî tên kirin.  Ev polîtîka divê aştiyê bi Tirkiyeyê baş bibe fam kirin. Gava kurd tê gotin, tirsa girtinê di mirovan de derdikeve holê. Divê ev yek pir baş, yek bi yek ji mirovan re bê gotin û mirov keyf xweş bibin. Wê demê dê harbûn ji holê rabe.  Ji xwe HDP jî partiyeke ku li çareseriyê digere.”
 
 MA / Necla Demîr