Parlamenter Sancar bû Wekîlê Serokê Meclîsê

img

ENQERE – Piştî Pervîn Buldan bû Hevseroka Giştî ya HDP’ê, Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar anîn Wekîltiya Serokê Meclîsê. 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civîna koma xwe ya meclîsê de navê nû yê ji bo Wekîltiya Serokê Meclîsê aşkere kir. Piştî ku Buldan bû Hevseroka HDP’ê, cihê wê vala ma. Buldan ragihand ku Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar anîne peywîra Wekîlê Serokê Meclîsê.