Ozsoy: Tirkiye bixwaze nexweze dê bi rastiya kurd re hevrû bimîne

img

ENQERE – Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku heta pozisyona Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ne guhere dê bi DYA’yê re qirîzan dewam bike û got: “Tirkiye bixwaze jî nexweze jî dê bi rastiya kurd re hevrû bimîne.”

Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê û Parlamenterê Çewligê Hişyar Ozsoy serdana Wezîrê Karê Derve yê Dewletê Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Rex Tîllerson a Tirkiyeyê nirxand. Ozsoy anî ziman ku ev demek dirêj e Tirkiye û DYA li ser mijara Sûriyeyê li dijî hev in û got: “Ev qeyran ne di navbera Trump û Erdogan de ye. Ev qeyran di navbera DYA û Tirkiyeyê de wek binyadî derketiye holê. Ji ber vê yekê jî hewldanên hevdîtinên aktoran jî tenê ew e ku qeyranê qebûl nakin.”
 
‘ZIYARETA TÎLLERSON PAŞDAXISTINA QEYRANÊ YE’
 
Ozsoy diyar kir ku li Rojhilata Navîn heta ku pozisyona Tirkiyeyê ya li dijî kurdan dewam bike dê Tirkiye bi danekirinên DYA’yê re rû bi rû bimîne û wiha got: “Dibe ku li Meclîsa Nûneran, senato û burokrasiya DYA’yê li dijî Tirkiyeyê biryarên danekirinê bîne rojevê. Ji bo DYA bi Tirkiyeyê re rû bi rû nemîne dem bi dem ziyaretên wiha pêk tîne.”
 
‘JI BILÎ KURDAN TU HÊZEK XÛRT A HERÊMÎ TUNE YE’
 
Ozsoy da zanîn ku DYA dixwaze li Sûriyeyê ji bo li dijî Îranê xwe bicih bike û got: “Dema mirov li rastiya qadê dinêre, DYA ji bilî kurdan tu hêzek herêmî nabîne û ev ne mijara gotinê ye ku bibîne jî. Kurd ji bo aktora herî xûrt in. Heta pozisyona Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ne guhere dê bi DYA’yê re qeyran dewam bike. Belkî niha dixwazin vê qeyranê kêm bikin, lê dê di dema pêş de jî dewam bike.”
 
‘BIXWAZIN JÎ NEXWAZIN DÊ RASTIYA KURD HEBE’
 
Ozsoy di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Kurd dê li Rojhilata Navîn cih bigirin. DYA jî dibêje ku kurd tunebin ne li Sûriyeyê û ne jî li Rojhilata Navîn dê hevkêşiyek siyasî pêk neyê. Di vî warî de pêşdîtinên wan wiha ne. Di vê mijarê de dinyayê wiha qebûl kiriye. Tirkiye jî xwe li dijî kurdan wiha bicih kiriye, lê herî zêde xwe bixin tengasiyê. Di nava demê de Tirkiye bixwaze jî nexweze jî dê li Rojhilata Navîn bi rastiya kurd re hevrû bimîne.” 
 
‘DÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN HER TIŞTÎ DIYAR BIKE’
 
Ozsoy êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê wek “dagirkeriyê” binav kir û got ku dê her tiştî berxwedan û têkoşîn diyar bike. Ozsoy got “Hêzên li dijî Efrînê dest bi êrîşan kirin, ne li bendê bûn ku kurd berxwedanek wiha bidin nîşandin. Tu bingeha ku dê Erdogan li Efrînê bi ser bikeve tune ye. Bila kurd rabin ji Erdogan re dua bikin, ji ber ku van êrîşên wan û hevgirtina wan bloka faşîst kurdan li derdora hev kom dike. Ev yek rê li ber yekîtiya neteweyî ya kurd jî vedike. Ev êrîş dibin sedemê yekîtiya kurdan.”
 
MA / Selman Guzelyuz