Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin

img
ENQERE – HDP’ê, derbarê bûyera binçavkirin û avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban de banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kir.
 
Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û MÛrat Sarisaç, derbarê bûyera binçavkirin û avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban ku li navçeya Şaxê ya Wanê pêk hatibû de, banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kir. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Çoşkûn jî derbarê bûyerê de daxwaz kir ku lêkolîna meclisê bê vekirin.