HDP, bi nûnerên sefaretxaneyên 26 welatên endamên YE’yê re hat gel hev

img

ENQERE – HDP, bi civîneke online bi nûnerên sefaretxaneyên 26 welatên endamên YE’yê re hat gel hev û ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. 

 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy û Endamê Komîsyonê Nazmî Gur, bi civîneke online bi nûnerên sefaretxaneyên 26 welatên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) re hatin gel hev. 
 
Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê derbarê mijarê de agahî parvekirin û diyar kir ku civînê de li ser têkiliya di navbera YE û Tirkiyeyê de û gengeşiya li Behra Spî hatiye axaftin. Buroyê, ragihand ku rojeva taybet a civînê, ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk bal kişandina ser polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û raporên ku di demên nêz de CPT’yê parve kiriye, bûye. 
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Di berdewamê de buroyê, ragihand ku civîn saetek berdewam kiriye û Pervîn Bûldan, xwestiye ku YE û welatên endamên wê li dijî otoriya Tirkiyeyê rawestin û di têkiliyên di navbera YE û Tirkiyeyê de serweriya hiqûqê û parametreyên demokrasiyê diyarker bin. Hat gotin ku Pervîn, diyar kiriye ku di neçareseriya Pirsgirêka Kurd rola tecrîdê heye û gotiye ku weke di raporên CPT’yê de jî hatiye diyarkirin, divê caveka navneteweyî li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û xespkirina mafan ên li girtîgehan, berpirsyar tevbigere.
 
TECRÎT 
 
Buroyê, destnîşan kir ku Ebrû Gunay jî daye zanîn ku bi weşandina rapora CPT’yê re li Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyeyê gelek binpêkirinên mafan hatine belgekirin û xwest ku tecrîda taybet li dijî Ocalan tê meşandin demildest bê bidawîkirin.  Her wiha hat diyarkirin ku Gunay, ji YE û welatên endamên wê daxwaz kiriye ku ji bo bicihanîna daxwazên ku di rapora CPT’yê de ji hikûmetê hatine xwestin ji nêz ve bişopînîn.