HDP: Em hişyar dikin, hûn ê di bin îşkenceya sûcê li dijî mirovahiyê de bimînin

img
ENQERE – HDP’ê diyar kir ku bi belgeyan hatiye îspatkirin ku Osman Şîban û Servet Tûrgût ji helîkopterê hatine avêtin û got ku hovîtiya hatiye kirin ji hovîtiya salên 90’î xerabtir e.
 
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, derbarê avêtina jiö helîkopterê ya Osman Şîban û Servet Tûrgût daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku nûnerên desthilatdariyê yên ku bi zimanê mafya û çeteyan diaxivin, rejîmeke sûc a ji salên 90’î xerabtir ferz dikin.
 
‘DIVÊ HIKUMET DAXUYANÎ BIDE’
 
HDP’ê bi bîr xist ku li gel ku 10 roj ji ser bûyerê derbas bûye jî ne ji hêla hikumetê ve û ne jî ji hêla berpirsyarên herêmî ve tu daxuyanî nehatiye dayîn û ev tişt got: “Heke ev sûc bi fermana hikumetê pêk nayê divê hikumet teqez daxuyaniyekê bide. 
 
HIŞYARIYÊN LI HIKÛMETÊ
 
Di berdewama daxuyaniyê de HDP’ê, destnîşan kir ku hovîtiya pêk hatiye berdewama hovîtiya sûcê dij mirovahiyê yê salên 90’î ye û û wiha domand: “Em van kesên zilmkar û bê exlaq hişyar dikin, gel wê ji êrişên we netirse û stûyê xwe xwar neke. Tu qetlîam û darbeyê nikare gelê kurd bide sekinandin. Hûn ê di bin sûc û îşkenceya xwe de bimînin.”
 
PEYANA TÊKOŞÎNÊ
 
HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de şîfayê ji Osman Şiban û Servet Tûrgût re xwest û peyamên berdewama têkoşînê da.