Ji Aydenîz ji bo NY’yê: Heke sûcê şer hene hûn çima gav navêjin?

img
RIHA – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, li Rihayê, rapora sûcan a NY’yê ya derbarê Efrîn û Serê Kaniyê bi bîr xist û ev tişt got: “Heke sûcê şer hene hûn çima gav navêjin? Tenê bi amadekirina raporê nabe. Heke hûn gav navêjin tê wateya ku hûn jî hevparî vî sûcî ne.” 
 
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) serdanên xwe yên gel ên li bajarên herêmê bi Rihayê berdewam kirin. Bi beşdariya Hevserokê KCD’ê Berda Ozturk û Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Wêranşarê civîna gel hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê yên bajar Omer Ocalan û Nûsrettîn Maçîn û ji rêxistinên sivîl jî gelek kes tevlî civînê bûn. Dema civînê avahiya HDP’ê ya navçeyê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin û kesên ku beşdarî civînê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hatin derbaskirin û wêneyê wan hat kişandin. 
 
QRÎZ KÛR DIBIN
 
Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz di civînê de derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Aydenîz, diyar kir ku bi şerên ku li Rojhilata Navîn tên meşandin re qrîza aborî û siyasî ya li Cîhanê kûrtir bûye û wiha got: “Hêzên heyî nikarin qrîzê derbas bikin. Kesê ku gelek ji qrîzê rizgar bike Birêz Ocalan û paradîgmaya wî ye. Dema ku destkeftiyên kurdan dibin mijara gotinê hemû hêz dibin yek. Şerê tê meşandin şerê çeteyan e. Herî baş gelê Rihayê vê yekê dizane. Gelê kurd bi destankî van çeteyan têk bir. Lê piştî têkbirina çeteyan Tirkiye ket dewrê. Wekalet ji dewletên din jî girtiye û bi yekûn êrişê xaka Kurdistanê dike. 6 sal in Tirkiye dixwaze pergala dagirkeriyê li her çar parçeyên Kurdistanê bide rûniştandin. Hebûna xwe li ser dijminatiya gel kurd dimeşîne.”
 
‘HÛN ÇIMA GAV NAVÊJIN?’
 
Aydenîz, di nirxandinên xwe de rapora ku Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê amade kiribû jî bi bîr xist û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: “NY’yê têkiliya Tirkiyeyê ya bi çeteyan re belge kir. Dîsa destdirêjî, hilweşandin û îşkenceya Tirkiyeyê jî belge kir û diyar kir ku ev sûcê şer e. Em ji vir ji NY’yê dipirsin; baş e hûn çima li dijî tiştên pêk hatine gav navêjin. Tenê bi amadekirina raporê nabe. Heke hûn gav navêjin tê wateya ku hûn jî hevparî vî sûcî ne.” 
 
‘TECRÎD LI SER GELAN TÊ PÊKANÎN’
 
Di berdewama nirxandinên xwe de Aydenîz bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Hêzên serdest ji bo bi rêvebirina projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin.  Îro jî hevparê îşkenceya li Îmraliyê ne. Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser hemû gelan tê pêkanîn. Tifaqa AKP-MHP’ê bi şerê ku dimeşînin hewl didin hebûna xwe bidomînin. Tiştekî ku bidin gel nemaye. Polîtîkayên tunekirinê yên ku 100 sal in tên meşandin di 5 sal in dawîn de kûrtir kirin. Dixwazin gelê kurd biqelînin. Lê em ê xwe bi rêxistin bikin û vê pergalê tune bikin.”