Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be

img
ENQERE – Parlamenterê CHP’ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, diyar kir ku stratejiya desthilatê astengkirina yekbûna hêzê ye û got ku divê li dijî vê muxalefet li derdora demokrasiyê bê gel hev û hê bêtir wêrek be. 
 
Alîkarê Berê yê Serokwezîr û Parlamenterê CHP’ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, derbarê mijarên di rojevê de yên mîna nîqaşên hilbijartinê, geşêdanên ku li bendê ye di qanûna hilbijartinê û partiyên siyasî de pêk bên û rojeva tifaqan, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir. Şener, diyar kir ku AKP-MHP li ser qanûna hilbijartinê dixebitin û ev jî nîşan dide ku AKP-MHP ji serkeftina xwe ketine fikarê. 
 
‘DIBE KU DEV JÊ BERDIN’
 
Şener, da zanîn ku fikara ku bi desthilatê re çêbûye dê wê xelas neke û wiha got: “Bi guhertina qanûna hilbijartinê hilbijkartina serokkomariyê nayê qezenckirin. Rêbazeke vê yekê tuneye. Bive bive bi guhertina qanûna hilbijartinê bandor li hilbijartinên parlamentoyê bibe. Wê bi vê hejmara parlamenterên hin partiyan bê kêmkirin û ya hin partiyan jî dê bê zêdekirin. Encama ku ew li bendê ne bi xwe re nayne. Ji ber ku guhertinê zû dibînin dibe ku îsal neynin jî. Lewre ne diyar e ku wê hilbijartin kîngê pêk bên. Guhertineke ku niha bikin dibe ku kêrî wan neyê. Nafikirim ku meclis bi rojeva qanûna hilbijartinê dest pê bike.”
 
‘TIFAQA CÛMHÛR HER KU DIÇE BIÇÛK DIBE’
 
Derbarê tifaqan partiyan de Şener, bi lêv kir ku Tifaqa Cûmhûr biçûk dibe û axaftina xwe wiha domand: “Bi qasî ku ez dibînim, hem AKP hem jî MHP li gorî hilbijartinên berê hêza wan a ku tabana xwe di bin sîwana tifaqekî de bigirin nemaye. Niha aborî di rewşeke wisa kambax de ye ku hemû komên dahatê ji polîtîkayên hikûmetê bi gazind in. Ev girse li gel ku beriya niha dengê xwe daye AKP-MHP’ê jî niha dibêje em nadine wan. Bi taybetî jî dibêjin em dengê xwe teqez nadin Erdogan. Tifaqa Cûmhûr çiqas dirêj bibe dê dengê wan jî ewqas kêm bibe. Ne pêkane ku Tifaqa Cûmhûr bidome. Piştî dev jê berdana MHP’ê wê tu partiyeke siyasî bi AKP’ê re tifaq neke.”
 
‘DIBE KU TIFAQA MILLET MEZIN BIBE’
 
Di berdewamê de Şener bal kişand ser Tifaqa Millet jî û ev tişt anîn ziman: “Partiya Pêşerojê û Partiya DEVA’yê ku hê nû hatine avakirin nêzî Tifaqa Millet in. Di demên pêş de dibe ku di Tifaqa Millet de geşedan çêbibin. Pêwistiya Tirkiyeyê bi asayîbûnê heye. Rêya pêkanîna vê yekê beriya her tiştî pêwîstiya navberdayîna desthilata Erdogan e. Wê Tifaqa Millet di hilbijartinên pêş de mezin bibe. Muxalefet li derdora têgeha demokrasiyê dikare hevpariyê bike. Lewre wesfa demokrasiyê îro derbên mezin xwariye. Ev rewş wiha bidome wê Erdogan û desthilata heyî Tirkiyeyê bikişînan nav dîktatoriyê. Ev ji bo herkesên aqlêselîm nişaneke bi talûke ye. Divê Tirkiye ji vê rizgar bibe.”
 
‘DIVÊ MUXALEFET WÊREK BE’
 
Şener, destnîşan kir ku pêwistiya muxalefetê bi yekbûna hêzê heye û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Stratejiya desthilatê astengkirina yekbûna vê hêzê ye. Desthilatm hin deman CHP û Partiya Iyiyê û demeke dirêj e jî HDP’ê nexweş dixîne. Li dijî van lîstikan girseyeke berfireh a hilbijêran ku dikare pêşî li rêya ku ber bi dîktatoriya Erdogan ve diçe bigire heye. Di vê mijarê de pêwîst e muxalefet hê bêtir wêrek be. Divê şert û têgehên xwe destpêkê diyar bike û di bandora operasyonên bi hêza medya yên desthilatê de nemîne. Heke ev bê kirin û bi awayekî daîmî ya rast bê parastin wê rastî xwe bide qebûlkirin.”
 
MA / Dîren Yûrtsever