Sancar: Girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e

img
STENBOL – Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî girtina Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû û endam û rêveberên ESP’ê da û got girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e. 
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar têkildarî girtina Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû û endam û rêveberên ESP’ê li Navenda Giştî ya HDK’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û nûnerên gelek partiyan beşdarî civînê bûn. 
 
‘EM Ê BÊWESTAN WE TEŞHÎR BIKIN’ 
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû diyar kir ku bêyî ku tu delîl hebin hevberdevk û rêveberên ESP’ê hatine girtin û ew ê bêrawestan û bênavber dê polîtîkaya faşîst a AKP-MHP’ê teşhîr bikin û ew ê têkoşîna xwe ya bi wan gav paşavêtinê bidomînin. 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku ew li dijî polîtîkayên zextan ên îqtîdarê banga têkoşîna hevpar li her aliyî dikin û got: “Êrişa li dijî van hevalên me hat birêvebirin, êrişa li dijî îradeya hevpar e. Bi girtina hevrêyê me Sedat Şenoglû dixwazin sîwana gelan HDK’ê bikin armanca xwe û lawaz bikin. Em li dijî van êrişan e. Em ê serê xwe netewînin û em ê bi têkoşîna hevpar van êrişan rawestînin. Em bi îqtîdarek ku hiqûq û edaletê nas nakin re rûbirû mane.”
 
‘ÊRIŞÊN NIJADPEREST JI BER ZIMANÊ ÎQTÎDARÊ YE’ 
 
Sancar bal kişand ser êrişên nijadperest ên li dijî kurdan tên birêvebirin û wiha got: “Di rojên dawî de êrişên nijadperest li dijî kurdan zêdebûne. Ev êrişên li dijî karkerên kurd ji ber polîtîkaya qirkirin û dijminatiyê ya îqtîdarê pêk tê. Em dikarin li dijî van êrişan jî bi têkoşîna hevpar rizgar bibin. Rawestandina van êrişên nijadperest wezîfeya me ye.”
Sancar anî ziman ku azadkirina hevalên wan ên di girtîgehan de wezîfeya wan dîrokî ye û ew ê bi biryarî têkoşîna xwe ya hevapr bi moralek mezin birêve bibin. Sancar diyar kir ku ew ê siyseta “xwîn û dijminiyê” ya îqtîdarê bi hev re bi dawî bikin û îqtîdar her ku diçe çavdorî dibe û dawiya xwe tîne.
 
‘EM NEÇARIN LI KÊLEKA HEV CIH BIGIRIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî destnîşan kir ku ew li dijî her cûre êriş û operasyonan bi hev re têbikoşin û li kêleka hev cih bigirin. 
 
‘ÊRIŞA LI DIJÎ JINAN E’ 
 
Endama Desteyha Rêveberiya Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Ezgî Bahçecî jî da zanîn ku girtina hevalên wan êrişa li dijî têkoşîna jinan e.