Gunay: Divê kurd nebin amûrê tifaqa qirêj a dewletan

img
AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got: "Di bingeha biryarên şer û operasyonan de polîtîkaya tecrîdê heye. Her ku tecrîd tê şidandin şer jî giran dibe. Tifaqa qirêj mezin dibe. Divê kurd nebin amûrê tifaqa dewletan." 
 
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay têkildarî geşedan û mijarên di rojevê de li Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Gunay di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di ser Darbeya 12'ê Îlonê re 40 sal derbas bûne û diyar kir, "Pêkanîna tarîtiya 12'ê Îlonê hemû ji bo AKP û Erdogan bû mîrateyek. AKP xwe dispêre sazî û destûra bingehîn a darbeyê, bi vî rengî desthilatdariya xwe didomîne. AKP bi tifaqa xwe ya bi hêzên tarî yên li nava dewletê re vî mejiyê darbekar kûrtir dike. Desthliatdarî xwe ji vî zîhniyetê darbekar xwedî dike. Em jî li dijî vî zîhniyetê li ber xwe didin. Zîhniyetê darbekar sedema bingehîn a neçareserkirina pirsgirêka Kurd e."
 
'LIHEVKIRINA ÎRAN-TIRKIYEYÊ DEWAMA NEÇARESERIYÊ YE'
 
Gunay anî ziman ku di tifaqên herêmî yên navbera dewletan de li dijî Kurdan tên kirin, ew vê nêzîkatiyê bi rengekî eşkere dibînin û got: "Di civîna 6'emîn a Konseya Hevkariyê ya bi Asta Bilind a navbera Îran û Tirkiyeyê de ku çend roj berê hate lidarxistin, biryara şer hate wergirtin. Biryarên ku di vê civînê de hatin ragihandin, belgeyeke nû ya polîtîkayên neçareseriyê yên herêmî ne ku navbera dewletan hatiye amadekirin. Iraq, Îran û Tirkiye ji bo mafên bingehîn ên Kurdstan desteser bikin, ji bo pêşî li rêvebirina xwe bi xwe ya Kurdan bigirin, ne tenê îro, doh jî heman hevkarî dikirin. Hêzên li nava van dewletan biguherin jî tifaqa wan û mejiyê wan ê li dijî Kurdan qet naguherin."
 
'DIVÊ HÊZÊN KURD BI HESASIYET TEVBIGERIN'
 
Ebrû Gunay di dewama axaftina xwe de wiha got: "Ev dewletên navborî, dema ku tifaqa li dijî Kurdan kûr dikin, heta ji wan tê hewl didin ku Kurdan li ber hev rakin û beşek ji Kurdan jî tevlî vê tifaqa dij bi Kurd bikin. Lewma bi navê HDP'ê em bang li hêzên Kurdan hemûyan dikin ên ku derdê wan azadî û mafên Kurdan e, ku di vê mijarê de bi hesasiyet tevbigerin. Dîrok yekîtiya neteweyî li Kurdan ferz dike. Yên ku bibin amûrek ji vê polîtîka navbera dewletan re wê ji aliyê dîrokê ve neyên efûkirin.
 
Me serdana Nêçirvan Barzanî ya heftey derbasbûyî ya li Enqereyê ji nêz ve şopand. Bêguman em heta dawiyê piştgiriyê didin wê yekê ku Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê rêyên dîplomatîk hemûyan bi kar bîne û bi her derdorê re têkiliyê deyne. Lê belê wezîfeya me ye ku em hem hişyariyê bidin hem jî jê bixwazin ku nebe amûrê polîtîkayên ku têkiliyên navbera Kurdên li Rojava û Başûr xera dikin. Bendewariya me ew e ku Rêveberiya Kurd a Herêmî di têkiliyên xwe yên dîplomatîk de ji bo çareseriyê bi rolekê rabe û li dijî nêzîkatiyên ku yekîtiya Kurdan xera bikin helwestê nîşan bide. Me berê jî gelek caran anîn ziman ku Rêveberiya Kurd a Herêmî di çareseriya pirsgirêka Kurd de dikare bi roleke dîrokî rabe û yekîtiya navbera Kurdan pêk bîne."
 
'TECRÎD ŞER GIRAN DIKE'
 
Gunay bal kişand ser rêyên çareseriyê û got: "Heta ku pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê, bi rêbazên demokratîk, wekhev û adîl neyê çareserkirin, li vî welatî hêza darbeyê û tifaqên qirêj her kûr dibin, civak dîl tê girtin. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedem ku bingeh ji sazîbûna faşîzmê re amade bibe, dibe sedem ku çavkaniyên aborî li şer bên erckirin û aborî têk biçe."
 
Gunay bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Di bingeha biryarên şer û operasyonan de polîtîkaya tecrîdê heye. Her ku tecrîd tê şidandin şer jî giran dibe. Tifaqa qirêj mezin dibe."
 
Gunay destnîşan kir ku her kesên çareseriyê dixwazin divê bala xwe bidin ser deklarasyona wan a aştiyê.