Kiliçdaroglû li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya

img

EQNERE – Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, li karkerên kurd ku li Sakaryayê êrîş li wan hatibû klirin, geriya û ji wan re got derbasî be.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, li karkerên kurd ku ji bo berhevkirina findiqan çûbûn gundê Sirt ê navçeya Ortakoyê ya Sakaryayê û li vir xwediyên findiqan êrîşî wan kiribûn, geriya. Kiliçdaroglû, ji karkeran Kasim Demîr re axivî û rewşa karkeran hîn kir û ji wan re got derbasî be.