Olûç: Hiqûqa Bûrhan Kûzû li Tirkiyê ferz dikin

img

ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku îqtîdar dixwaze bi pergala pir baro darazê bixe bin serweriya xwe û got: “Hiqûqa Bûrhan Kûzû li Tirkiyê tê ferzkirin. AKP edaletê li gorî xwe sererast dike.” 

 
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Sarûhan Olûç derbarê pergala pir baro ya di Komîsyona Edaletê de hat pejirandin axivî û wiha got: “Bêyî guhertinek were kirin teklîf hat pejirandin. Îqtîdar û hevkarên xwe vê teklîfê naparêz in. Heta ku civîna hevdîtina pêşnûmeyê qediya serokên baroyan li ber Meclîsê sekinîbûn û li dijî teklîfê rexneyên xwe dikirin. 78 baroyan berê jî daxuyanî dabû û diyar kiribûn ew li dijî pergala pir barotiyê ne. Divê beriya her kesî ew di civînê de hebûna û li wan daxwaz, pêşniyaz û axaftina wan bihata guhdarkirin. Nebûna serokên baroyan a di civînê de nayê qebûlkirin.” 
 
‘DIXWAZIN HIQÛQA BÛRHAN KÛZÛ FERZ BIKIN’ 
 
Olûç destnîşan kir ku îqtîdar û hevkarên xwe dixwazin bi vê pejirandina teklîfê re serweriyek bêqisûr li ser darazê çê bikin û got: “Dozger jixwe dozgerên îqtîdarê ne û di çarçoveya daxwaz û fermana îqtîdarê de biryaran didin. Dadger ne serbixwe ne û alîgir in. Ji ber vê yekê jî ji bilî dozger û dadgeran niha jî dixwazin parêzeran girê bidin xwe. Di esasê xwe de hiqûqa Bûrhan Kûzû li Tirkiyê tê ferzkirin. AKP li gorî xwe edaletê sererast û dîzayn dike.” 
 
‘VEYA HIQÛQA ŞÊNBER A TIRKIYÊ’ 
 
Olûlç bal kişand ser biryara dozgeriyê ya ji bo Fatma Elarslan a 13 salî ku li Hezexê hatibû kuştin û got: “Bi beyanê şahidê nepen wek endamê rêxistinê tê nîşandan. Em qala zarokek 13 salî dikin. Vaye hiqûqa Tirkiyê asta ku gihîştiyê. Hiqûq ev e. Tu eleqeya van dozger û dadgeran bi hiqûqê re nîne. Em her tim dibêjin van kesan dîplomayên xwe ji ku wergirtiye? Haya wan ji tu xalên rêxistinên hiqûq û maf ên navnetewî nîne. Zarokek 13 salî dikin endamê rêxistinê, ev çawa çê dibe? Heke hiqûqek wiha vê biryarê dide, bila emrê wê hiqûqê qût bibe.” 
 
‘ARMANCA SEREKE QÛTKIRINA DENGÊ MUXALÎF E’ 
 
Olûç têkildarî guhertina yasayên medya civakî kul i bendê were rojeva Meclîsê jî axivî û wiha got: “Di medya civakî de pirsgirêkên cidî hene. Li ser mafên kesî êrişên cidî hene. HDP’yî bi van binpêkirinan re rûbirû ne. Bi taybetî partiya îqtîdarê kadroya xwe ya aktrol ava kiriye û medya civakî wek armancên xwe yên siyasî bikar tîne. Ji bo hin bêtir bike bin kontrola xwe jî her cûre hewldanan dike. Di esasê xwe li ser biryara Twîtterê ku 7 hezar û 340 hesabên hatin girtin ravekirina vê meseleyê bû. Em ê carek din bi vê feraseta qedexekar re rûbirû bimînin. Armanc pir eşkere ye û em hemû jî dizanin, medya civakî deng û rengê muxalefeta civak3i ye. Ji bo ku îqtîdar qada medya civakî temamî kontrol bike dixwaze gavan biavêje. Armanca sereke ew e ku dengên muxalîf qût bike.”