HDP di pêngava duyemîn de dest bi Hevdîtinên Demokrasiyê dike

img
ENQERE - HDP, dê pêngava duyemîn a Bernameya Têkoşîna Demokratik sibê li meclîsê dest pê bike. HDP ku bi Meşa Demokrasiyê ket rê, dê sibê bi “Hevdîtina Demokrasiyê" dest bi pêngava duyemîn a çalakiyan bike.   
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 1'ê Hezîranê de  bi civîna çapemeniyê belgeya helwestê aşkere kiribû. Piştî civîna çapemeniyê biryara rêzeçalakiyan danî pêş xwe. Di pêngava yekemîn de "Meşa demokrasiyê" danî pêş xwe. Ji Colemêrg û Edîrneyê bi tevlêbûna parlamenter û hilbijêran meşiyan Enqereyê. HDP'ê "Li Dijî Darbeyan Meşa Demokrasiyê" di 15'ê Hezîranê de dest pê kir û di 20'ê Hezîranê de li Enqereyê bi dawî kir. Tevi hemû astengiyan meşa xwe li Enqereyê bi encam kir. Piştre Serokên Baroyan meşiyan Enqereyê. HDP niha jî dê pêngava duyemîn a Bernameya Têkoşîna Demokratik sibê li meclîsê dest pê bike. HDP ku bi Meşa Demokrasiyê ket rê, dê sibê bi “Hevdîtina Demokrasiyê" dest bi pêngava duyemîn a çalakiyan bike. Bernameya HDP’ê ya bi plana “Bernameya Tekşîna Demokratik" dê di 1'ê Îlonê Roja  Aştiya Cîhanê de bi dawî bibe. 
 
LI MECLÎSÊ DEST BI PÊNGAVA DUYMÎN DIKIN
 
Rêxistina HDP'ê dê sibê piştî Civîna Lijneya Navendî ya HDP'ê dest bi pêngava duyemîn a 'Bernameya Têkoşîna Demokratik' bikin. Bi taybetî dê li dijî pêşnumeya Zagona Pir Baroyî bêjin “Em hemû bi hevre ji bo mafê parastinê dibin yek." Dê sibê li meclîsê bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mithat Sancar û Pervîn Buldan bi civîna çapemeniyê pêngava duyemîn bidin destpêkirin. Dê bi navê "Hevdîtina Demokrasî û Aştiyê" dest bi çalakiyan bikin. 
HDP, dê di meha Tîrmehê de di çarçoveya “Hevdîtina Demokrasiyê de" hevdîtinan bike. Dê di van hevditinên demokrasiyê de bi taybetî li dijî şer aştiyê derxin pêş. Dîsa dê li dijî pêkanînên dijdemokratîk, demokrasiyê derin pêş. Dê daxwaza sereke "Li dijî şer aştî be." Di vê pêngavê de dê bi nûner û rêxistinên civakî yên bawerî, çand, ziman û nasnameyên cuda re bên cem hev. Dîsa dê bi karker, çotkar, rewşenbir, xwendekar, nivîskar, jin, ciwan û nasnameyên cuda re bên cem hev. 
 
HDP, dê heta Tebaxê di bin navê 10 sernavan de hevdîtinan bikin. Dê ewil bi sernavê “Mafê parastinê" bi bi rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê re bên cem hev. Dê mijarên "Mafê mirovan", “Mafê kedê", “Ji şer û xizaniyê re na" “Wekheviya bawerî û azadiya gelan" “Edalet”, “Demokrasi” niqaş bikin.  HDP ji ber vîrûsa Covît-19 mesafeya fîzîkî esas bigire. 
 
 
MA / Berivan Altan