Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat

img
ENQERE – Parlamentera HDP’ê Tûlay Hatîmgûllari, faîlên Komkujiya Sêwazê bir rojeva meclisê û ev tişt got: “Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat.” 
 
Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar a HDP’ê û Parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, faîlên ji Komkujiya Sêwazê ku di 2’ê Tîrmeha 1993’an de pêk hat berpiryar, bi pêşnûmepirsekî bir rojeva meclisê. Orûç, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bibersivîne pêşniyarpirseke nivîskî da Serokatiya Meclisê.
 
 ‘SEROKKOMAR EFÛ KIR’
 
Hatîmogûllari, di hinceta pêşnûmepirsa xwe de ev tişt gotin: “Li gel ku bi hefteyan beriya komkujiyê bang dihatin kirin jî hêzên ewlehiyê bergiriyên pêwîst nehatin girtin. Piştî komkujiyê ‘komkujiya edaletê’ hat jiyîn. Hin bersûcên komkujiyê qet nehatin dîtin. Hin ji van bersûcan li Sêwazê dijîn û hin ji wan jî li Almanyayê dijîn. Bersûcê komkujiyê Ahmet Tûran Kiliç jî ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat efûkirin. Herî dawî jî jiş demboriyê doz ket. Lê di sûcên mirovahiyê de demborî tuneye. Tekoşîna edaletê ya ku 27 salan didome tenê dikare bi darizandin û cezakirina bersûcên komkujiyê bi dawî bibe.”
 
‘ÇIMA LÊVEGERANDINA WÎ YA TIRKIYEYÊ NEHATIYE XWESTIN?’
 
Orûç jî derbarê mijarê de ev pirs ji Soylû kirin:
 
“* Herî kêm welatîbûna alman dane bersûcekî firar, hat hînbûn ku asta rûniştina bi ewle jî dane vî firarê li Almanyayê. Bersûcên komkujiyê li Almanyayê li hemberî encamên hiqûqê tên parastin?
 
*Bersûc Mûrat Sonkûr ku di encama lêkolînê de navnîşana wî derket holê, her carê derbasî navnîşaneke ku neyê zanîn dibe. Ev 5 caran hatiye dubarekirin. Ev kes gel ji aliyê saziyên dewletê ve tê parastin? 
 
* Agahiyên derbarên 9 faîlên Komkujiya Sêwazê ku li Almanyayê ne çi ne? Van bersûcan çawa derketine derveyî welat û li Almanyayê jiyana xwe didomînin?
 
* Çima firarên Komkujiya Sêwazê lêvegerandina wan a Tirkiyeyê nehatine xwestin? 
 
* Çima bi wezaretên eleqedar re ji bo darizandina faîlên Komkujiya Sêwazê heta îro hewldan  nehatine dayîn?
 
* Çima bersûcên Komkujiya Sêwazê di çarçoveya sûcên mirovahiyê de nehatine darizandin?