Gergerlîoglu: Wezîr agahiyên şaş dan

img

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir der barê penaberên ji ser sînorê Edîrneyê derbasî Yunanistanê bûn agahiyên şaş dane û got: "Hêjmara 143 hezar penaberên ku Wezîrê Karên Hundir da, nehatiye teyîtkirin. Di rapora Komîsyonê de şerha “Sedem çi dibe bila bibe kesê li ser navê Komara Tirkiyeyê biaxive mafê wî tune agahiyên şaş bide" derbas kirin. 

 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku di 3-4'ê Adara 2020'an ji bo lêkolîna penaberên li ser Sînorê Edirneyê Komîsyona Jêr a Koçberî û Guncaniyê ava kirin û wiha got: "Di 24'ê Hezîranê de di civîna komîsyonê de rapora ziyaretê hat qebûlkirin. Me di raporê de şerha xwe danî. Heyeta ku deriyê sînorê Edîrneyê ziyaret kir. Li gorî raqamên fermî li Tirkiyeyê nêzî 4 milyon mirovên penaber ên Sûriyeyê hene. Ji welatên din jî nêzî 300 hezar penaber hene. Di 28'ê sibatê de Sibatê de piştî hikûmetê got penaberên li Tirkiyeyê êdî naxwazin li Tirkiyeyê bijîn û dixwazin biçin Ewropayê gelek penaberên welatên cuda meşiyan Edîrneyê." 
 
 
HIKÛMETÊ TEDBÎR NEGIRTIN
 
Gergerlîoglu, anî ziman ku Yunanistanê li dijî penaberan helwestek hişk nîşan daye û destûr nedaye ku penaber derbasî sînorê wan bibin û wiha axivî: "Di mudaxaleyên hişk de mirov hatin kuştin. Ev helwest teqez nayê qebûlkirin. Berpirsiyariya Tirkiyeyê jî di vê yekê de heye. Li gel ku Tirkiye zanibû jiyana penaberan di rîskê de ye jî tedbîrên hewce negirtin. Dijberî vê yekê hikûmetê daxuyanî da û rê vekir ku penaber li ser sînor bibin kom. Destûr da ku penaber biherikin ser sinor. 
 
WEZÎR SOYLU AGAHIYÊN ŞAŞ DAN
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Waliyê Edîrneyê Ekrem Canalp, der barê penaberên li ser sînorê Edîrneyê de agahiyên şaş dan û gotin zêdeyî 130.000 penaber derbasî Yûnanîstanê bûne. Di rojên pêş de Wezîr Soylu bi xwe got ev hêjmar gihiştiye 143.000 penaberan. Nifûsa tevahiya Edîrneyê 183.000 ye. Ev hêjmarek gelek zêde ye. Ev agahî ji aliyê tu kesî ve nehat teyîtkirin. Çi dibe bila bibe divê kes li ser navê Komara Tirkiyeyê agahiyên şaş nede. 
 
Tirkiye penaberên Sûriyeyî bi Ewropa re bazar dike û wekî keys û firsendekê digire dest. Ev yek di pêvajoya belavbûna şewbê de pêş ketiye. Di raporê şerha ‘Li dijî gefa vîrûsa Coronayê li ser her deriyê sînor Hekîmek, yek personelê tenduristiyê û 1 ambulans 24 saetan xizmetê dide. Tê gotin ku bi awayekî têrê bike personelên tenduristiyê hatine peyvirdarkirin.  Lê li qada ku bi hezaran mirov lê kom bûne, ew qas personelên tenduristiyê li dijî vîrûsa corona têr nakin. 
 
Li ser sînor polîtîkayên berde dahf bide  (push back) dixin meriyetê. Li aliyekî dervî vedikin, li aliyê din wan paşve dahf didin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 5'ê Adarê de daxuyanî da û got: ‘Ez bi Hêzên Çekdar ên Tirk re axivîm. Tedbîrên hewce girtine.' Ev polîtîkaya paşve dahfdanê ye. Ev di raporê de tune ye. 
 
PÊŞNIYAR 
 
* Divê fikara erdîgariyê ya di Peymana Cenevre ya 1951'an bi lez  Cenevre bê rakirin. 
 
* Divê statuya penaberan bê qebûlkirin. 
 
* Divê dest ji gefa 'Em ê deriyan li Ewropayê vekin' berdin. Divê mirovan wekî keys negirin dest. 
 
* Divê penaber bi zimanê xwe perwerde bibin û mafê xwe yê perwerdehiyê biparêzin. 
 
* Di qadên xebatê yên bê qeyd de mafê keda penaberan tê xwarin û keda wan binpê dikin. Divê dawî li vê yekê bînin. 
 
* Penaberan gotina hikûmetê esas girtin û hemû mal û milkê xwe firotin û ketin reya Ewropayê. Ev mirov tev ji karê xwe qut bûn û êdî nikarin li karê xwe vegerin. Divê pêdiviyên van mirovan bê pêşwazîkirin.b 
 
* Divê dest ji gotinên nifrînê yên li dijî penaberan bînin. Divê li ziman, nijad, reng, zayend, astengî, fikr û baweriya penaberan nenerin. 
 
* Hewldana lîncê ji aliyê zagonên Tirkiyeyê ve wekî sûc nehatiye qebûlkirin. Divê lînc wekî sûc bê qebûlkirin. 
 
MA / Dîren Yurtsever