HDK xwest çalakiyên girseyî mezin bikin

img
STENBOL – HDK, encama civîna xwe aşkere kir û diyar kir ku bi sepandinên dawî faşizm li welat belav dibe. HDK'ê bang li rêxistinên demokratîk kir û xwest ji bo rê li pêş vê yekê bigirin çalakiyên girseyî mezin bikin. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK),  encama 4'emîn Civîna Meclîsa Giştî ya Serdema 10’emîn bi raya giştî re parve kir. HDP'ê bi rêya onlîne civîn li dar xist. HDK'ê di civînê de operasyona li dijî KCD'ê, tundiya polîs û bekçiyan, tundiya li dijî LGBTİ+ yan, betalî û xizanî, cînayetên karkeran, zagona 'Efûya sergirtî", Zagona Înfazê yên di meclîsê re derbas kirin bûyerên li kolanan zêde dibin û îşkence û tundiya li dijî jinan niqaş kirin. 
Di civînê de li ser girîngî û wateya rêxistinbûnê rawestiyan. Di civînê de anîn ziman ku Rejîma Qesrê hêza otorîter zêde kiriye û wiha got: "Îqtîdara AKP-MHP'ê pêvajoya şewba ji bo xwe kiriye firsend. Di vê pêvajoyê de qeyrana aborî bêtir kûr bûye. Ji ber qeyrana aborî zêde dibe xizanî jî zêde dibe. Edî xizanî û betalî li hemû beşên civakê belav bûye. Bi piştgiriya Rejîma Qesrê tundiya li ser civakê û hêza otoriter bêtir zêde dibin. " 
 
HDK'ê di encamnameyê de êrîşên li dervê sînor ên li Sûriye, Libya û Herêma Federe ya Kurdistanê pêk tên jî şermezar kir. HDK'ê bang li hemû hêz û rêxistinên demokratîk kir û xwest li dijî van sepandinên tenduyê mafê xwe yê demokratîk û meşa demokratîk pêk bînin. HDK'ê xwest çalakiyên girseyî li dar bixin û bertekên bînin ziman da ku rê li pêş vê tundiyê bigirin.