Paylan: Şaredariya Rezan çiqas qredî kişandiye?

img
AMED -  Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, qedandina budçeyê û destpêkirina deynan a Şaredariya Rezan bir rojeva meclisê û ev pirs kir: “Şaredariya Rezan gelo ji banqa û saziyên din çiqas qredî kişandiye?”
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, têkbirina budçeya salekê ya di nav 6 mehan de û bi destpêkirina deynan a Şaredarê AKP’î Huseyîn Beyoglû ku tayînî Şaredariya Rezan hatibû kirin, bi peşnûmepirsekê bir rojeva meclisê. 
 
Paylan, derbarê mijarê de ev pirs ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû kir: 
 
 “* Ji hilbijartinên 31’ê Adarê ve îhaleyên ku Şaredariya Rezan vekiriye û bedilên wan çi ne? Rêbaza dayîna van îhaleyan çawa ye û li gorî kîjan ûsilê hatine kirin? 
 
* Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê Şaredariya Rezan kîjan projeyan çêkiriye? Ji van projeyan çend jê bi dawî bûne û malîyeta wan çi qas e? 
 
* Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê, çend neguhêzbarên (cihê kar, otoparq, mal, maxaza) Şaredariya Rezan hatine firotin? Dahata ku ji firotina hatine çi qas e?
 
* Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê, Şaredariya Rezan ji banqa û saziyên din çi qas qredî kişandiye? Ev qredî ji kîjan banqa û bi çi qas faîzê hatine girtin? Rêbazada paşve dayîna van qrediyan çawa ye? 
 
* Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê, li ser veguhastî û neguhastiyên Şaredariyan Rezan di bin navê bexş û hîbeyê de tu kar hatine kirin? Heke hatibe kirin; ji kîjan sazî û rêxistinan re bi kîjan binasiyê hatiye kirin?”