Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe

img

AMED - Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah, armanca êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku Tirkiye hemû gelê Kurd dike armanc. Abdullah, anî ziman ku Tirkiye 36 salin li dijî Kurdan şerê eskerî dimeşîne û bi ser neketiye û ji ber vê yekê şerê taybet ê siyasî, dîplomasî, civakî û aborî dimeşîne. 

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah têkildarî êrîşên li dijî Şeladiz, Mexmûr, Şengal, Kobanê û Kunemasî bêdengiya PDK û YNK'ê, helwesta welatên Ewropa, DYA ya li dijî êrîşan nirxand. Ebdullah diyar kir ku armanca êrîşên Tirkiyeyê li dijî hemû Kuristanê ye û wiha got: "Peymana Misak-î Mîllî heta 24'ê Tîrmeha 2023'an temam dibe. Tirkiye dixwaze axa bi Mîsak-î Millî winda kiriye dîsa bi dest bixe. Dixwaze dîsa li ser Musul, Kerkuk, Hewlerê serweriyê bike."  
 
TIRKIYE DIXWAZE ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ DAGIR BIKE 
 
Ebdullah, anî ziman ku ji ber ku PKK nûneriya vîna hemû gelê Kurd dike; Tirkiye PKK'ê ji bo xwe dike hincet û  wiha axivî: "PKK li Başûrê Kurdistanê gelê Başur ji êrişên Tirkiye diparêze. Tirkiye êrîşî Şengal, Mexmûr, Rojava û Rojhilat dike. Armanca Tirkiye ewe ku hemû perçeyên Kurdistan dagir bike."  
 
Ebdulah da zanin ku li başûr hêzên mabin li ser piyan bi xêra PKK'ê mane li ser piyên xwe û ji ber vê yekê Tirkiye li dijî PKK'ê şer dike û got: "Ji ber PKK ji partiyên din re dibe hêz rojekê êrîşi Qandîl, rojekê êrîşî Kerkuk, Şeladiz, Mexmûr, Şengal, Kunemasî û rojekê êrîşî Kobanê û navçeyên din ên Başur u Rojava dikin.  Hemû hêz û perçeyên ku nûnertiya neteweya Gelê Kurd dikin dibin armanca êrîşên Tirkiyeyê."  
 
QEREQOLÊN TIRKIYE LI ŞELADIZÊ DI BIN PARASTINA PÊŞMERGEYAN DE NE 
 
Ebdullah, destnîşan kir ku Tirkiye tenê bi balafiran û hêza eskerî êrîşî gelê kurd û nirxên gelê Kurd nake û wiha got: "Li aliyekî bi balafirên şer û eskeran êrîş dike. Li aliyê din li dijî gelê Kurd û axa Kurdan şerê taybet dimeşîne. Tirkiye niha li Başûrê Kurdistan bi hîzb û pêşbergeyên Kuran li dijî Kurdan şer dikin.  Li Şeladizê barageh û Qereqolên Tirkiye ji aliyê pêşmergeyan ve tên parastin. Hêzên li Başurê Kurdistanê di kontrol û bandora Tirkiyeyê de ne." 
 
MIROV ŞERM DIKE
 
Ebullah, da zanîn ku mirov ji ber helwesta hikûmet û rêveberiya herêmê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê şerm dike û wiha pêde çû: "Pêşmerge hene, lê ne çalak in. Kerkukê dagir dikin, lê bersîv nade. Şengalê dagir dikin, lê pêşmerge bersîv nadin. Eskerên Tirkiye dikevin nava axa Başur bersîv nade. Mirov ji ber dagirkireyê şerm dike. Li dijî dagirkeriya Tirkiye ya Başûrê Kurdistanê mirov şerm dike. Hikûmet û Hizbên herêmê li dijî vê dagirkeriyê bêdeng dimînin. Lê çi qada ku PKK lê heye, li dijî dagirkeriyê bêdeng namînin û şer dikin."  
 
Ebdullah, li ser projeyên Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Tirkiye dixwaze hêza tevgera azadiya Kurdistanê bişkîne û Kurdistanê dagir bike. Lê tevgera azadî vê yekê qebûl nake û li ber xwe dide. Tirkiye herî dawî êrîşî Qada Seyranê ya Kunemasî kir. Sivil kirin hedef. Armanca Tirkiye ne tenê PKK ye. Hemû gelê Kurd û axa Kurdistanê ye. 
 
BI ŞERÊ ESKERÎ ENCAM NEGIRT DIXWAZE BI ŞERÊ TAYBET ENCAM BISTÎNE 
 
Mihamed Ebdullah, li ser rêbazên şerê li dijî Kurdan jî rawestiya û got: "Îro şer bi du milla ve pêş dikeve. Li aliyek şerê germ ê eskerî dimeşîne. Bi balafir, tang, top û eskeran êrîş dike. Eniya din jî bi şerê gerîlla bersîvê dide. Li aliyê din şerê herî muhim şerê taybet e. Şerekî berfireh e. Hûn dibînin ku aborî, neft, bazirganî, axa Kurdistan û pêşmergeyên Kurdistan bi tevî dixin kontrola xwe û di xizmeta dewleta Tirkiyeyê de ye. Hêzên desthilatdarên Kurdistanê şerê li dijî Kurdan dikin. Hemû aboriya Başûrê Kurdistanê ji bo xizmeta Tirkiye diçe. Aboriya Kurdistanê pêşkêşî Tirkiyeyê dikin. Gelê Başûrê Kurdistanê jî birçî û bê mûçe dimîne. Ji mûcê gelê Bakur qut dikin û pêşkêşî Tirkiyeyê dikin. Şerekî pir qirêj heye. Tirkiye bi destê Hêzên Başur li dijî gelê Başûr şer dike.  Li Başûrê Kurdistanê demokrasî û xizmeta neteweyî di asta tunebûnê de ye. Naxwazin kurd zane bibe. Naxwazin Kurd xwe nas bikin û lêkolîn bikin. Naxwazin di aliye siyasî, diplomasî, aborî û civakî de pêş bikevin. Naxwazin bibin yek û parastina xwe bikin. Dixwazin kurdan bê parastin û dîplomasî bihêlin. Di şerê eskerî de 36 salin li dijî Gerîlla şer dike. Heta niha 32 operasyonên mezin li dijî PKK'ê li dar xistine. Lê yek operasyon jî bi ser neketiye. Operasyona çakuç, balyoz, sandiwîç, pençê şêr, pençê qertal û gelek operasyonên din pêk hatin. Lê bi ser neketin. 
Lê di aliyê şerê taybet de dixwazin encam bistînin. Di aliyê şerê taybet de lîstik û planên qirêj li ser gel dimeşînin. Ji ber şerê taybet ê li Başûrê Kurdistanê gelê Başûrê Kurdistanê di rewşek xerab de dijî. Dixwazin gel mahkumî xwe bikn. Niha beşek mahkûmî Enqere bûye, beşek mahkûmî Iraq. Li aliyekî Tirkiye, li aliyekî Iraq û li Aliyeki Îran dixwaze serweriyê li ser gelê Başûrê Kurdistanê bike. Ji ber vê yekê komployek giştî ya navdewletî li ser gelê Kurd tê meşandin. Di destpêkê de li Başûrê Kurdistanê ev şerê taybet dest pê kir. " 
 
PEYMANA SYKES PÎCOT DIDOME
 
Ebdullah, bal kişand ser hewldanên welatên Ewropa, DYA û Rûsya yên li ser herêmê û wiha domand: "Plana sykes Pîcot îro didome. Di vê peymanê de Brîtanya û Firansa hebûn. Ev peymana li ser gelê Kurd çêbû bi destê Fransa û Britanya pêk hat. Ev hêz endamên NATO ne û Tirkiye jî endamên NATO ne. Tirkiye li aliyekî dixwaze li cem Rûsya cih bigire. Li aliyekî dixwaze li cem DYA cih bigire. Ger ku li cem Rûsya û Îrancê cih bigire, projeyên DYA yên li ser Îranê asteng dibe. DYA, ji bo Tirkiye di eniya Rûsya de cih negire hin îmtiyaz dide Tirkiye. Her kes dizane ku Tirkiye eger ku li ser mang (heyv) û merîx (gerstêrkê) jî planê çêke, dîsa berî her tiştî Kurdan dike hedefa xwe. Daxwaza wî ya sereke şerê gelê Kurd û şerê PKKê ye. DYA ji bo têkiliya Tirkiye ji Rûsya biqetine, di sala 2018'an de ji bo 3 endamên konseya PKK'ê bên girtin, 12 hezar milyon dolar diyar kir.  Ger ku DYA destûr nede Tirkiye nikare têkeve nava axa Başûrê Kurdistanê. DYA ji bo Tirkiye li cem Rûsya cih negire, li dijî şerê Kurdan piştgiriyê dide Tirkiye. Ewropa jî ji ber projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser gelê Kurdistan bêdeng in. 
 
PARTIYÊN DESTHILATDAR ÊN BAŞÛR BÊDENG IN
 
Ebdullah helwesta partiyên desthilatdar ên Başurê Kurdistanê jî nirxand û wiha lê zêde kir: "Partiyên desthiladdar ên başûr li dijî van êrîşan bêdeng in. Ji ber ku ev partiyên desthilatdar ên Başur bi Enqere û Rejima Baas ve girêdayî ne. Siyaseta van partiyan mahkûmî Tirkiye û Baasê ye. Ji ber ku hêzên destilatdar hinek bi Îran, hinek bi Tirkiye u hinek bi Iraqê ve girêdayî ne siyasetek qirêj li ser gelê Xwe dimeşînin. Bi vê sekna xwe xizmeta dagirkerên Başûrê Kurdistanê dikin. Mesut Barzanî û Celal Talabanî di sala 1998'an de li Washintonê lcivînek çêkirin. Ji wê demê heta niha wekî du eni şerekî taybet dimeşînin. Gel kirin du beş. Beşek li gel YNK'ê û beşek li gel PDK'ê cih digirin. Niha herdu hîzb jî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng in." 
 
LI BAŞÛR XETERIYEK MEZIN HEYE 
 
Ebdullah, li ser rewş û helwesta gelê Başûr jî rawestiya û got: "Hêzên li başûr perçe bûne. Di aliyê rêxistinî de lawaz e. Gel lawaz e. Di qada aborî de lawaz e. Li ser bermîlek petrol, li ser dolarekê şer dike. Lê hêzên dagirker nift û aboriya Başurê Kurdistanê didizin û dagir dikin, li dijî vê yekê dengê xwe nakin. Başur di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye, lê xwedî lê dernakeve. Bêtir gel bi berjewendiyên şexs û malbatê ve girê didin. Îro wekî salên 1975'an ên enfalê li herêmê dubare dibe. Ger ku destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ji dest biçin, heta sed salên din nikarin dîsa paşve bistînin. Xetereyek mezin heye. Em bang li hemû hêz, rêxistin û gelê Kurdistanê dikin ku dengê xwe bikin yek û bêdeng nemînin." 
 
ME BANG LI HEMÛ HÎZBAN KIR LÊ YEK HÎZÎ JÎ BERSÎV NEDA 
 
Ebdullah, herî dawî anî ziman ku wekî Tevgera Azadî di çarçoveya Yekîtiya Neteweya Demokratîk de hewl didin hemû hêz û hizban bînin cem hev û yekîtiyekê ava bikin û wiha bi dawî kir: "Me wekî Tevgera Azadî, li dijî van êrîşên li derve bang li hemû hêz û hîzbên Başûr kir, lê heta niha yek hîzbê jî bersîv nedane banga me ya ji bo yekîtiyê. Di hilbijartinê de destûr nadin ku buro û nûnertiyên me xebatê bikin. Di hilbijartina borî de buro û nûneriyên me rastî êrîşan hatin. Dema li ser Başûrê Kurdistanê êrîş çêdibe dixwaze berî her tiştî partiya me bêdeng bikin. Li Bakurê Kurdistanê jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nûnertiya hemû gelan dike. Ji bo yekîtiya gelan têdikoşe.  Hem ji bo gelê Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelê Kurd nûnertiya demokrasiyê dike. HDP ji bo yekîtiya çar perçeyên Kurdistan rolek sereke û mezin dide ser xwe."