HDP: Tedbir neyên girtin qezayên karkeran bi dawî nabin

img
ENQERE - Komîsyona Kedê ya HDP'ê bal kişand ser karkerên demsalî yên li Konyayê qeza kirin û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û got: "Eger tedbîr neyên girtin qezaya li Konyayê ne dibe ya ewil û ne jî dibe ya dawî." 
 
Berpirsiyara Komîsyona Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP'ê Şaziye Kose, têkildarî qezaya ku li Konyayê pêk hat û 7 karkerên demsalî yên ji Rihayê têde jiyana xwe ji dest dan û xwest tedbîr bên girtin. Kose, anî ziman ku ji ber karker di şertên bê ewle de kar dikin qeza derbas dikin û wiha got: "Bê tedbîrî dibe sedema mirina karkerên demsalî yên çandiniyê. Ji bo li kanên madenê, qadên çandiniyê û şandiyên înşaetê çerxên kar û patronan bizîvire  karker di nava şertên herî giran û bê ewle de kar dikin. Tedbîr nayên girtin. Ji ber ku tedbîr nayên girtin karker jiyana xwe ji dest didrin. Karker bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest didin. Her sal bi dehan karkerên demsalî ji bo debara xwe bikin û nanê zikê xwe di rêyan de jiyana xwe ji dest didin. Ger ku tedbîr neyên girtin dê qezaya karkeran a li Konyayê ne bibe ya ewil û ne jî dê bibe ya dawî. Divê rayedar li bez li dijî van qezayan tedbîran bigirin. Ev cînayeta ker e. Kesên di qezayên kar de ji yana xwe ji dest didin, berpirsiyarê wan rayedarên dewletê ne. Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.