HDP: 3 paralementerê me bi vîrûsa koronayê ketine

img
ANKARA – Serokwekîlên Koma HDP’ê, ragihandin ku ji partiya wan testa vîrûsa koronayê ya 3 parlamenteran pozîtîf derketiye û rewşa wan baş e. 
 
Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku ji partiya wan testa vîrûsa koronayê ya 3 parlamenteran pozîtîf derketiye. Serokwekîlan, destnîşan kir ku bi rêya xebatkarekî paqijiyê yê meclisê vîrûs derbasî parlamenterên wan bûye û niha di bin kontrola bijîjkan de ne û rewşa wan baş e.