Soylu derbarê qedexeya derketina derve de daxuyanî da 2020-03-26 14:28:50 ENQERE – Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû têkildarî pirsa qedexeya derketina derve de got: “Heke bi van tevdîran em pêşî li şewbê negirin, em ê tevdîrên di asta jor de bigirin.”  Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû beşdarî bernameyek televîzyonê bû û derbarê tevdîrên vîrûsa koranayê de daxuyanî da. Soylû bersiva pirsa “qedexeya derketina derve di rojevê de ye gelo?” da û got: “Heke pêwîst bike em ê tevdîran derxin asta jor. Heke ji bo girtina tevdîrên girantir pêwîstî hebe em ê bigirin.”   Soylû bersiva pirsa izolasyona sosyal d içi astê de ne jî da û got: “Belkî ez tiştek berevajî bêjim. Li herêma Rojhilat û Başurêrojhilatê Anatoliyê tengezarî heye. Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê bajêr ketiye hundir.”    Soylû da zanîn ku wan 2 hezar û 551 “hesabên provokatîf” ên li ser medya civakî parvekirinên vîrûsa koronayê kirine tespît kirine û derbarê 449 heban de muamele pêk anîne û derbarê yên mayî de jî muamele dikin.