Erkan Baş: AKP vîrûsa corona wekî 'lutûf' dibine 2020-03-26 11:02:48 STENBOL - Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan baş, diyar kir ku sedema tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê ji ber dijminantiya Kurdan diqewime û wiha got: "AKP vîrûsa corona ji bo xwe wekî lutûfekê dibîne. Piştî Hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo xwe lutûfa duyemîn dibîne."    Îro rojeva hemû cîhanê vîrûsa corona ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) wekî pantemî (Şewba Kurevî) îlan kir niqaş dikin. Li tevahiya cîhanê û Tirkiyeyê rojeva sereke vîrûsa corona ye. Li gorî daneyên wezirê tenduristiyê heta niha li Tirkiyeyê 59 kes bi vîrûsê mrin. Dîsa 2 hezar û 433 kes bi vîrûsê ketine. Lê di vê pêvajoyê de hikûmeta AKP'ê qeyûm tayînî 8 şaredariyên HDP'ê kirin. Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP'Rê yên Êlih, Lîce, Gêl, Erxenî Farqîn, Norxîn, Xalfelî û Cîwanika kir. Têkildarî tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê Serokê Giştî ye Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) Erkan Baş, diyar kir ku di vê pêvajoya ku hemû mirov li ser tekoşîna li dijî vîrûsê difikirin, Îqtidara AKP'ê ketiye şopa parastina îqtîdara xwe û wiha got: "Yek ji sernavê di ajanda AKP'ê de 'Dijminantiya Kurdan' Heye. AKP ji bo vîna Kurdan bişkîne serî li rêbazên tayînkirina qeyûman dide."    AKP, VÎRUSÊ WEKÎ LUTÛF DIBÎNE    Baş, da zanin ku îqtîdara AKP'ê hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo xwe wekî "Lutûfekê" dîtibû û vîrusa corona jî duyemîn lutûf dibîne û wiha lê zêde kir: "Îqtîdara AKP'ê vîrûsa corona duyemîn 'Lutûf'a hewldana dabeya 15'ê tîrmehê dibîne. Dîsa di vê pêvajoyê de sucên îstismara zayendi efû dike û qadên xwezayî û qadên SîT'ê ji îmarê re vedike. AKP vê pêvajoya qeyranê ji bo xwe dike firsend û di vê kaos û krizê de li xwe difikire."    Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Pîroglu jî diyar kir ku li gel vê şewba belavdibe, îqtidara AKP'ê di polîtîkayên aborî û siyaseta xwe re israr dike û wiha got: "AKP her pêvajoya qeyranê ji bo xwe dike firsend. Li aliyekî qeyûm tayîn dike, li aliyê din qadên xwezayî li îmarê vedike û rê li pêş talankirina xwezayê vedike. Bi tayînkirina qeyûman êrîşî gelê Kurd û Kurdistanê dike. Em ê vê yekê li rojavayê Tirkiyeyê jî bibinin. Wisa xuya dike dê bi tirpane têkeve nava şaredariyê CHPê jî. Dewlet di pevajoyên krîzê de dixwaze rê li pêş piştevaniya hêzê muxalif û civakî bigire. Dixwaze gel bêçare bihêle. Dixwaze HDP'ê li dervê piştevaniya civakî bihêle."    MA / Tolga Guney