Ji 14 rêxistinên mafên zarokan daxuyaniya hevpar: Efûya îstîsmarkirina zarokan nabe 2020-03-25 15:36:39   ENQERE – Parastvanên mafên zarokan bertek nîşanî sererastkirina înfazê ya nû dan û diyar kirin ku “efûya îstîsmarkirina zarokan nabe” û xwestin ku rapora ku di meha çileyê de pêşkêşî Komîsyona Edaletê ya Meclisê kirine, li ber çavan bê girtin.   Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, Tora Parêzerên di Qada Zarokan de Dixebitin, Komeleya Astengkirina Îhmal û Îstîsmarkirina Zarokan jî di nav de 14 rêxistinên mafên zarokan, têkildarî sererastkirina înfazê ya nû di 3’emîn Paketa Darazê de cih digirin daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku ji ber berdana kesên ku sûcên îstîsmarkirina zarokan kirine bi fikar in.  Rêxistinan got ku “efûya îstîsmarkirina zarokan nabe” û bang kirin ku rapora di meha çileyê de pêşkêşî Komîsyona Edaletê ya Meclisê kirine, li ber çavan bê girtin.