Ji Parlamenter Ûca pêşniyazanameya qeyûm 2020-03-25 13:57:43 AMED – Parlamentera HDP’ê Feleknaz Ûca, tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên partiya xwe ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay pirsî.   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Ûca, bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne, têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên partiya xwe pêşniyaznameyek da Serokatiya Meclisê.   Ûca, di pêşniyaznameya xwe de bal kişand ser bergiriyên şaredariyên partiya xwe yên ji bo parastina ji vîrusa koronayê û diyar kir ku divê dewlet li şûna polîtîkayên ku gef li tenduristiya gel dixwin, têkoşîneke bi bandor li dijî vîrusê bide û piştgiriya saziyên ku vê yekê dikin bike.   Ûca, bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne ev pirs kirin:   “* Li gel ku hemû Cîhan ji bo dîtina derzî û dermanê vîrusa koronayê xebatan dimeşîne, li Tirkiyeyê hinceta astengkirina şaredariyên ku li dijî vîrusê têkoşîn didin çî ye?   * Tayînkirina qeyûman a li dijî mafê hilbijartin û bijartinê û prensîbên nûnertiya demokratîk, li gorî Destûra Bingehîn û Qanûna Şaredariyan e?   * Li gel ku girîngiya li malê mayînê ji aliyê hemû rêveberan ve tê destnîşankirin, hinceta derxistina ji malê ya mirovan a ji aliyê bi dehan polisan ve çî ye?   * Derbarê polisên ku dema şermezarkirina tayînkirina qeyûman, tundiyê li çalakgeran kirin û gotinên ne baş ji wan re gotin de bi sedema ku peywira xwe xerab bi kar anîne lêpirsîn hatine destpêkirin?”